Meşa HDP'ê ya Colemêrgê dest pê kir

  • 13:20 15 Hezîran 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - HDP’ê “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ya li Colemêrgê dest pê kir. Heyeta ku astengiya polîsan derbas kir gihaşt ber avahiyê. Heyet ji aliyê gel ve bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), meşa bi dirûşma “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Darbeyê” ya ber bi Enqereyê ya li Colemêrgê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, endamên PM û MYK’ê yên HDP’ê, parlamenter û partiyî ji bo dayîna starta meşê di saetên serê sibê de li ber avahiya partiyê kom bûn.
 
Parlamenter û endamên partiyê li ber avahiya HDP’ê pêşmalkên “Em hemû bi hev re” li xwe kirin û bi dawîzên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û bi berzakirina dirûşmeya “AKP’ya darbekar” Hevserokê Giştî Sancar û kesên bi wî re pêşwazî kirin
 
Sekvan li avahiyên bilind hatin bicihkirin
 
Polîsan di saetên serê sibê de avahiya partiyê dorpêç kirin, li hemû kolanan barîkat danîn û li gelek deverên navenda bajêr jî maşiyên zirxî bi cih kirin. Dîsa sekvan li avahiyên bilind hatin bicihkirin. 
 
Li gel van hemûyan jî HDP’ê starta meşê da û daxuyanî da çapemeniyê.
 
'Em ê ji dil li kolanan bi hev re bin'
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar berî meşê li ber avahiya partiyê daxuyanî da û bertek nîşanî dorpêça polîsan da. Sancar, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Nahêlin ku em li hev jî kom bibin. Lê belê em ji dil bi hev ve girêdayî ne. Kes nikare yekîtiya me têk bibe. Em ê ji dil li kolanan bi hev re bin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin","Leyla Guven rûmeta me ye" bi dawî bû.
 
Heyet amadekariya ber bi Edîrneyê ve dike.