Welatiyên Kobanê li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daketin qadan

  • 13:06 15 Hezîran 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan welatiyên Kobanê bi dirûşma "Em wek gelê Kobanê êrîşê dewleta tirk a dagirker li ser qada parastina Medya, Mexmûr û Şengalê  şermezar dikin" daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan dan.
 
Balafirên şer ên dewleta tirk di saetên nîvê şevê de Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombardûman kir, di heman demê de êrîş birin ser Şengalê, Xanesor û nexweşxaneya Serdeştê yên Başûrê Kurdistanê. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê îro bi sedan welatî, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Kobanê bi dirûşma "Em wek gelê Kobanê êrîşa dewleta tirk a dagirker ên li ser qada parastina Medya, Mexmûr û Şengalê şermezar dikin" daketin qadan û nerazîbûna xwe li dijî êrîşan nîşan dan. Welatî li Qada Jina Azad kom bûn û ji wir ber bi qada aşîtiyê ve meşiyan. Di meşê de alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk û pankartên bi nivîsa "Gefên Erdogan ji nû ve jiyankirina DAIŞ'e û avakirina osmaniyeke nû ye" û "Dagirkeriya tirk, tunekirina çand û hebûna kurda ye" hatibûn hilgirtin. Li Qada Aştiyê piştî deqeyekê rêzgirtin axaftin hatin kirin.
 
'Pêwist e partiyên siyasî xizmete Gelê kurd bikin'
 
Li ser navê Kongreya Star a herêma Firatê Felek Yûsif êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Dîroka dewleta tirk bi komkujiyan dagirtiye û bi hezarên salan e êrîşî gelê azadîxwaz dike. Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên me nikarin îradeya vî gelî bişkînin. Ji ber ku gelên van herêman xwe bi rêxistin kirine, xwediyê projeya netewa demokratîk in û wê bi hevgirtina xwe êrîşan vala derxin. Em bang li partiyên siyasî yên kurdî dikin ku di demeke wiha hesas de gavên girîng bavêjin û xizmeta gelê xwe bikin. Partiyên ku ji bo berjewendiyên xwe jî kar dikin wê ji aliyê gel ve hesab ji wan were pirsîn. Gelê ku teror têk bir, DAIŞ têk bir, aramî û azadî ji van herêman re ava kir kurd e. Li hember van êrîşên dewleta tirk bêdengiya navneteweyî dide diyar kirin ku hevkariya dewleta tirk dikin û ev yek jî rê li ber Tirkiyê vedike ku êrîşî herêm, jin û zarokên Kurdan bike. Lê dewleta tirk nikare bi rêya êrîşan Gelê Kurd tune bike û em ê şopdarên şehîdan bin ên ku ji bo avakirina Kurdistaneke azad û demokratîk canê xwe feda kirin."
 
'Bi yekîtiya xwe em ê xwedî li Kurdistanê derkevin'
 
Her wiha di meşê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û wiha got: "Êrîşa li ser Kurdekî li ser tevahî kurdan e, êrîşa li ser Mexmûrê tevahî kurdan armanc digire. Ji ber vê yekê pêwist e îro tevahî Gelê Kurd li Kurdistanê û derveyî welat jî xwedî helwest bin û bi yek dengî li dijî êrîşan derkevin. Wê êrîşên dewleta tirk hêz û îradeya me neşkînin, her ku êrîş dijwar bibin wê asta têkoşîn û berxwedana me jî bilind bibe. Îro hemû dewlet hevkarê dewleta tirk in û li dijî êrîşan bê deng dimînin. Em ê di yekîtiya kurdî de bi israr bin û bi yekîtiya xwe em ê êrîşan vala derxin û xwedî li Kurdistanê derkevin."
 
Meş bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re" û "Bijî berxwedana gelê Şengal û Mexmûrê" bi dawî bû.