TJK-E: Roj roja xwedî li derketina rûmetê ye

  • 12:04 15 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê têkildarî êrîşa li hemberî Şengal û Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek da û got roj roja xwedî li derketina rûmetê ye.
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Qendîlê bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Tevgera Jinên Kurd yê Ewropayê (TJK-E) bi dawuyaniyeke nivîskî êrîş şermezar kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha got: "Îşev li Wargeha Penaberna a Mexmûrê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke mezin a hewayî pêk hat. Ev êrîş ji rewş û bûyerên dawî yên li herêmê ne cuda ne. Ev yek planeke qirkirin û dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye. Divê neyê jibîrkirin; Mexmûr em in, Şengal em in, Qendîl em in!
 
Li dijî vê konsepta tasfiyeyê di serî de jin, ciwan em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşînê xurt bikin û her cihî veguherînin qada çalakiyan. Divê saziyên navneteweyî êdî xwe ker, lal û kor nekin û bi tundî helwestê ji ber vê rejîma faşîzan nîşan bidin. Roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye."