Polîsan êrîşî meşa HDP'ê kirin

  • 11:53 15 Hezîran 2020
  • Rojane
STENBOL - Polîsan li Edîrneyê êrîşî 'Meşa Demokrasiyê' ya HDP'ê kirin. Di encama êrîşan de 5 kes hatin binçavkirin. 
 
HDP bi 36 wesayîtan ber bi Sîlîvriyê ve bi rê ketin. Li gorî agahiyan li Umraniyeyê bi hinceta kontrolkirina nasnameyan li Can Parkê pêşiya wesayîtan hate birîn.
 
Li Sîlîvriyê Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û Endamên Meclîsa Partiyê hatin ba hev. Polîsan xwestin li kafeyekê li nasnameya heyetê kontrol bikin lê parlementeran destûr nedan.
 
Parlementerên HDP’ê Farûk Gergerlîoglû, Zeynel Ozen, Mûsa Pîroglû û Hevserokên HDP’ê yê Bajêr Elîf Bûlût û Zeynel Avci li qadê ne.
 
Di navbera polîsan û heyetê de alozî çêbû. Polîsan li kafeyê êrîş kir, mase wergerand û rêveberên bajêr binçav kir. Li gorî agahiyên pêşîn 5 kes hatine binçavkirin.