TJA'yê bertek nîşanî êrîşên li Mexmûr û Şengalê da

  • 11:52 15 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - TJA'yê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên li hemberî Wargeha Mexmûr, Şengal û Qendîlê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî û sazî û dezgehên navneteweyî kir û got li hemberî êrîşan helwestek nîşan bidin. 
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê saet nîvê şevê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Qendîlê bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Êrîşa li Mexmûrê 40 deqeyî dewam kir. Piştî bombardûmanê jî balafirên keşfê bi saetan li ser kampê geriyan. Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê êrîşan de daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî êrîşan da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wekî TJA'yê êrîşên li hemberî Mexmûrê şermezar dikin. Mexmûr û Şengal di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye û li vir jî êrîş pêk tê. Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî êrîşan bêdeng e. Divê di serî de Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên navneteweyî û neteweyî, hêzên demokrat û rêxistinên sivîl li dijî êrîşan helwestek nîşan bide."