Li Kanîreşê erdheja bi pileya 5.6 pêk hat
- 10:58 15 Hezîran 2020
- Rojane
ÇEWLIG - Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê erdheja bi pileya 5.6 pêk hat. Duh jî bi pileya 5.8 pêk hatibû.
Li navçeya Kanîreş a Çewligê bi pileya 5.6 erdhej dîsa pêk hat. Erdheja ku rû da li gelek bajar û navçeyên derdorê hat hîskirin.
Duh berê êvarê jî li navçeya Kanîreşê erdheja bi pileya 5.8 rû dabû û li gundan avahî hilweşiyabûn û hin welatî birîndar bûbûn.