Avahiya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin

  • 10:58 15 Hezîran 2020
  • Rojane
EDÎRNE - Avahiya Rêxistina HDP’ê ya Edîrneyê ku îro dê “Meşa Demokrasiyê” ya milê Edîrneyê ji ber dest pê bike ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. 
 
HDP îro ji Colemêrg û Edîrneyê bi dirûşma “Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê” ber bi Enqereyê ve dide destpêkirin. Beriya meşa milê Edîrneyê polîsan derdora avahiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Edîrneyê dorpêç kir. Tevî ku tê xwestin meş were astengkirin jî dê meşa milê Edîrneyê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenter û rêveberên HDP’ê dê saet di 12.00’an de li ber Navenda Danûstendinê ya Sîlîvrî kom bibin û ewilî biçin Edîrneyê û pişt re ji Edîrneyê ber bi Enqereyê ve derkevin rê.