Amîraya nexweş banga alîkariyê kir

  • 10:48 15 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Amîra Qero 15 sal in bi nexweşiya ku nayê teşhiskirinê re dijî û banga alîkariyê kir. 
 
Amîra Qero li gundê Zarovyê ya Şengalê dijî û 25 salî ye. 15 sal in bi nexweşiya ku nayê teşhîskirin re dijî. Amîra ji bo alîkarî û teşhîsa nexweşiya xwe banga alîkariyê kir. 
 
Amîra Qero di destpêka axafina xwe de bal kişand ser nexweşiya xwe û got: "Ev 15 sal in ez nexweşim. Ev du sal in jî nexweşiya min pêşde çû. Malbat û bi taybetî xwişka min alîkariyê dide min. Ji derdore kesek heta niha alîkariyek neta min."
 
Amîra Qero di dawiya axaftina xwe de wiha banga alîkariyê kir: "Ez çûm cem gelek bijîşkan, lê tiştekê rast negotin. Malbata min ji ber nexweşiya min ji neçariyê her tiştê xwe firotin. Dayika min jî ji ber nexweşiya min perîşan bû.Ez li benda her kesê me ku alîkariyek bide min. Rewşa min ne baş e." 
 
Nehla Qero xwişka Amîrayê ye û ji bo rewşa xwişka xwe nêrînê xwe wiha anî ziman: "Xwişka min ev 15 sal in wisa ye ez her dem li cem wê me. Dema xwişka min zehmetiyan dijî ez gelek pê diêşim. Rewşa wê gelek ne başe. Heta niha tu kes negotiye em alîkariyekê bibin. Ez ji bo tedawiyê  ji her kesî alîkariyê dixwazim."