‘Em ê xwedî li HDP'ê derkevin'

  • 10:28 15 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Jinên Amedî bertek nîşanî êrîşên li hemberî HDP'ê dan û gotin: "Divê em li dijî êrîşan xwedî li HDP'ê derkevin û ji ber ku HDP'ê vîna 6 milyon kesî ye." 
 
Êrîşên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi her awayê didomin. Parlamenter, hewşaredar, hevserok, rêveber û endamê partiyê tên binçavkirin û tên girtin. Her wiha li gel binçavkirin û girtinan jî êrîşê li avahiyên Rêwistinên HDP'ê yên navçe û bajaran jî dikin. Di pêvjoyeke ev êrîş heyî de HDP'ê ji Colemêrgê heta Edîrneyê îro "Li dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" dan destpêkirin. Welatiyên Amedê li hemberî êrîşan nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
 
‘Divê em kurd dest bidin hevûdû’
 
Gurbet Soysal  destnîşan kir ku naxwazin parlamenter û hevserokên wan bê girtin û nêrînê xwe anî ziman:  “Em ne dixwazin parlementer bên girtin ne jî dixwazin HDP bê girtin, em dixwazin heq bidin me. Hema çi destê me tê em dikin lê têrî nake. Mixabin heqê me nadin. Ji ber ku yekitiya me tune em dest nadin  hevûdû loma êrîşan li ser me û li ser HDP’ê tê kirin. Pêwist e ku kurd di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin hev û xwedî  li hev û partiya xwe derkevin.”
 
'Êrîşên li hemberî HDP'ê divê rawestin'
 
Dîdem Kaya jî anî ziman ku ji aliyê demokratîkbûnê de êrîşên li hemberî HDP’ê şaş e û wiha bi lêv kir: “Ger ku partiya HDP’ê tiştên çewt, xelet û bêhiqûqî bike wê demê dikare bigirin. Lê ger ku tiştên bi wî awayî neke û di holê de tiştek tune be wê demê divê êrîş li ser HDP’ê neyê kirin."
 
‘Em xwedî li dengê xwe derkevin’
 
Pembe Ekîn jî diyar kir ku dewlet ji bo êrîşê HDP’ê bike her tim hincetan dibîne û wiha axivî: "Êdî gel ji tirse nikarê tu fikr û ramanên xwe jî bêje. An tê girtin an tê binçav kirin an jî îşkence lê tê kirin. Her wiha qeyûm tayînê şarederiyên me kirin. Nahêlin dengê me li tu derê hebe lê rastiyek jî heye ku HDP dengê me ye divê em xwedî li dengê xwe derkevin.”
 
‘HDP vîna 6 mîlyon kesî ye’
 
Şeymanur Korkmaz di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên azadiya fikr û ramanê û got: “Li hemberî fikr û ramanê her tim êrîş pêk tên û divê Gelê Kurd jî li hemberê wan êrîşan xwedî li partiya xwe derkeve. Ji ber ku HDP temsilê Gelê Kurd dike. Bi saya rayên me HDP heye. Çend caran partiyên me hatin girtin lê dîsa ji nûve hatin ava kirin. HDP vîna 6 mîlyon kesî ye.”