ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 15 Hezîran 2020
  • Rojev
*Endama navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê Zozan Bekî da zanîn ku dewleta tirk bi darê zorê ziman û çanda tirkî li ser welatiyên Bakurê Kurdistnê ferz dike û got: "Li bakurê Kurdistanê yên ku li dijî siyaseta dewleta tirk derdikevin bi êrîşan re rûbirû dimînin. Bi rêya vê yekê dixwazin nasname û hebûna Gelê Kurd tune bikin. Lê wek Gelê Kurd em ê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û nahêlin ku were windakirin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê derbarê krîza aborî ya li Sûriyeyê ku herî zêde bandora xwe li ser kesên kedkar û xizan dike gotin: "Buhabûna pêdîviyên jiyanî jiyana me ya rojane asteng dike. Listikên aborî yên ku ji aliyê pergalan ve tên rêvebirin dîsa bedela wê mirovên xizan û kedkar didin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di hişê gelan de daxwaza guherînê derketiye holê û got: “Dema mirov li teblîgan dinêrin tu aliyekê wê yê mantiqî tune ye. Teblîgên ji bo me tên şandin, nîşaneya daxwaza serdestiya faşîzmê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Ebru Demîrtepe da zanîn ku wek Komîsyona Mafê Jinan a Baroyê her cureyê serlêdana şîdeta li hember jinan digirin û got: “Bila jin li dijî şîdeta ku pê re tên rû hev tu car dest ji giliyên xwe bernedin. Em wek komîsyon heta dawî amade ne ku her cureyê piştgiriya hiqûqî bidin.” DÎMEN HEYE
 
*Vîrûsa koronayê Covît -19) ku li tevahiya cîhanê belav bû hemû jiyan xist bin bandora xwe. Daneyên ku saet bi saet diguherin êdî bûn tirs û fikara hemû cîhanê. Xemsarî, berjewendî û polîtîkayên serdestan jî bîlançoyeke giran derxistin holê.
 Divê pêvajoyê de dewletên 'pêşketî' têk çûn.
 
*Leyla Atabay ku got ‘Li şûna hezar sal bê wate bijîm, ez ê rojekê watedar bijîm’ û li pey azadiyê çû, 24 sale li girtîgehê ye. Eyne Atabay ku her tim li pişt keça xwe bû wiha got: “Ya min ev e; hewl didim hêjayê têkoşîna keça xwe bim.” DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Zoravyê yê giredayê Şengalê keça bê navê Amira Qero ev 15 sala bi nexweşiyê re têdikoşe. Amîra Qero daxweza alîkariyê kir. DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Jin a Şaxa SES’ê ya Şirnexê Hatun Magî, diyar kir ku li Şirnex û navçeyên wê bi giştî vîrus zêde bûye û wiha got: “Hejmara nexweşiyê di demên dawiyê de gelek zêde bûye. Bila hemû kes tedbîrên xwe bigire.” BI DÎMEN