Meclîsa Gel a Mexmûrê êrîş şermezar kir

  • 08:44 15 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li dijî êrîşên li hemberî Wargeha Mexmûrê Meclîsa Gel a Wargehê daxuyaniyek da û got: "Di jiyana xwe yê penaberî de bi hemû cûreyên şer re rû bi rû hatine. Em ê heta jiyanekî bi rûmet û azad em bi dest bixin  em ê tekoşîna xwe bidomînin." 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di derbarê êrîşên hawayî de Meclîsa Gel daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn, daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel Mamosta Hacî Kaçan ve hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha hat gotin: “Gelê me yê Wargehê ji van êrîşên dewleta Tirk a faşîst û bê exlaq ne biyanî ye, me gelek bedel dane li beramberî hemû êrîşan û me li berxwedaye.  
 
Tu caran êrîşên faşîstan û hevkarên wê yên xwe firoş wê tu carî nekaribin îrada gelê me teslîm bigirin. Em li vir bang li tevahî dost û dijminan dikin, em ji bo dostên xwe dibêjin çiqas êrîş berdewam bike jî bi piştgirî û hevkariya we em ê li berxwe bidin û teslîm nebin. Û em ji bo dijminê xwe jî dibêjin hûn  çiqas bi awayekî hovane û bi rêbazên derveyî exlaqî bi ser me de bên, û di seetên derengê şevê de bi hêjmareke zêde firokeyên şer, li gelê welat parêz ê Mexmûrê bixin em ê tu caran gav paşde ne avêjin, tam tersî wê em her li berxwe bidin. Wê ev êrîş weke her demê îrade û baweriya me ya bi Rêber Apo, dozê, şehîdan xurtir bike û em ê bi hêztir bibin.
 
Em li vir weke gelê Mexmûrê  dîsa mesajek didin hemû dinyayê û saziyên ku xwe bi navê mafên mirovan bi nav dikin, yê ku di vê şerê qirêj de li beramberî mazlûman piştgrî û alîkarî dide dewleta Tirkiyê. Em wan şermezar dikin bi taybetî yê ku çavên xwe lê digire di serî de Îraq, Hikûmeta Herêma Kurdistan, Neteweyên Yekbûyî, Nato, û hemû hêzên Ewropayê jî di nav de em bi tundî şermezar dikin bê dengiya wan hemûyan li ber vê êrîşên hovane.
 
Wê ev êrîş û hovîtî çavê gelê Mexmûrê ne tirsîne. Weke gelê Mexmûrê her çiqas baweriya me bi wan neyê dîsa jî em dixwezin bînin bîra wan,  ji ber ku ev ne cara yekeme bi dehan care êrîşê gelê wargehê dikin. Di jiyana me yê penaberiyê de êrîşên cûr be cûr bi ser me de hatine, li wargehên me yên dinê jî  mirovên me yên bê guneh û mazlûm şehîd xistine, serî însanên me yê heftê salê jêkirine. Êrîşên bi firokeyan pêk anîne me bedel daye. Di jiyana xwe yê penaberî de bi hemû cûreyên şer re rû bi rû hatine, lê belê me ji jiyana xwe ya azad a ku di roja yekem de em li pey ketibûn, soza ku me daye Rêber Apo û şehîdan de me gotibû heta jiyanekî bi rumet û azad em bi dest nexin, em ê dest ji tekoşîn û dozê bernedin.
 
Em bi biryardariyeke mezin ve li ser soza xwe nin û berxwedana Memûrê wê bi ser keve û wê ne êrîşan û ne qirkirinan û ne ambargoyan jî nas nake.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.