Wargeha Mexmûr û Şengalê bombebaran kirin

  • 08:33 15 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê, Wargeha Mexmûrê û Şengal bi awayekê hemwext bombebaran kirin.
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê saet nîvê şevê Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) û Şengal bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Êrişa li Mexmûrê 40 deqeyî dewam kir. Piştî bombardûmanê jî balafirên keşfê bi saetan li ser kampê geriyan.
 
Balafirên şer ên Tirk di heman demê de êriş birin ser Şengalê, Xanesorê û nexweşxaneya Serdeştê jî. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişa li ser Şengalê de sivîl birîndar bûne.
  
Êrişa li Mexmûrê ya li ser qadên sivîlan di navbera saet 00:00-00:40'î de pêk hat. Çiyayên Qereçoxê û herêma Miştenûrê hatin bombekirin. Şêniyên kampê hewl da bi konvoyekê xwe bigihîne qadên hatine bombekirin, lê belê balafirên şer bombe li rêgeha konvoyê jî barandin. Li gorî agahiyên destpêkê yên ji çavkaniyên xwecihî yên li Kampa Mexmûrê hatin wergirtin, di bombardûmana giran a  balafirên şer de tiştek bi kesî nehat, lê belê zeviyên ku sivîlan ji bo çêrandina heywanên xwe bi kar dianîn şewitî.