'Ji bo jiyanê em bi biryar in ku li ber xwe bidin'

  • 16:56 14 Hezîran 2020
  • Rojane
HATAY - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Hatayê di daxuyaniya ku li sê navçeyên bajêr da de got,"Em ê, ji bo jiyaneke azad bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  di çarçoveya kampanyaya xwe ya ku bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" da destpêkirin li rêxistinên navçeya Erzîn, Dortyol û li Payasê daxuyanî da.  Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşmên ," Li dijî êrîşên zayendî, înfaz û qeyûman em hene. Têkoşîna jinê li her derê ye" hat vekirin. Li Erzînê ji aliyê rêvebera navçeyê ya HDP'ê Hazal Arica, li Dortyolê rêvebera HDP'ê ya navçeyê Yuksel Narîn, li Payasê jî rêvebera HDP'ê ya Bajarê Hatayê Aysel Eşîyok daxuyaniyeke hevpar dan. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bila tifaqa AKP-MHP'ê bizanibe ku em destkeftiyên xwe bi destên wan ve bernadin. Em jin bi hev re bi hêz in û tişta me bide jiyîn têkoşîna me ya hevpar e. Em bang li hemû jinan dikin û dibêjin werin em bi têkoşîna xwe bibin tirsa îqtîdara mêran."