Komeleya Jinan a Rosayê: Pêkanîna li hember Başakê tundî ye

  • 15:26 14 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya Jinan a Rosayê, derbarê gotinên zayendparêz ku li dijî Başak Demîrtaş hatin kirin got, "Ev tundî ye."
 
Komeleya Jinan a Rosayê ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne, li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî gotinên zayendparêz ku li ser medya civakî li dijî Başak Demîrtaş hatin bikaranîn da. Di parvekirina hat kirin de wiha hat gotin, "Li tirkiyeyê kesên ku tehamûlî têkoşîn û hêza jinê nakin, her roj, li dijî jinê êrîşên ku jinê krîmînalîze dikin, tehdît dikin û bê îtîbar dikin pêk tînin."
  
Berdewamiya daxuyaniya komeleyê wiha ye: "Tişta li dijî Başakê hatiye kirin tundî ye, di bedêla  ku tê xwestin me bi hincetên pûç bêdeng bikin divê van êrîşkaran darizînin û ceza bikin.  Başak Demîrtaş ne bi tenê ye. Li dijî tundiya li ser jinê wê têkoşîna jinê bi ser keve. Bijî piştevaniya jin."