TJA: Em banga berpirsiyariyê li îqtîdarê dikin

  • 13:23 14 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - TJA'yê derbarê êrîşa zayendî ya li ser medya civakî ku li hember Bşak Demîrtaş hat kirin daxuyanî da û got ku ew bang li îqtîdarê dikin ku li dijî tunda li hemberî Başakê berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê êrîşa li ser medya civakî ku li Başka Demîrtaş hat kirin daxuyanî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku polîtîkayên dijmanane yên li hemberî jinê yên AKP-MHP'ê li her derê belav bûne û wiha got: "Îqtîdara faşît ku hiqûqê nas nake vê jahra serdestiya mêr xwedî dike.Em tundiya li dijî Başakê şermezar dikin û ji îqtîdarê re dibêjin êdî nebe çavkaniya zimanê nefertê."