Çalakiya Konvedanê ya parastina çand û hunerê bi dawî bû

  • 12:44 14 Hezîran 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Çalakiya konvedanê ya ji bo parastina çand û hunerê ya li Hesekê bi dirûşma "Êrişa li dijî Bariş Çakan êrîşa li dijî ziman û çanda kurd e" ku ji 10’ê Hizêranê dest pê kiribû bi dawî bû.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê di 10’ê Hizêranê de bi dirûşma, "Êrişa li dijî Bariş Çakan êrîşa li dijî ziman û çanda Kurd e" çalakiyek hunerî li Gulîstana Kawa a taxa Miftî li dar xistin. Çalakiya hunerî bi pêşkêşkirina stranên gelerî û şanoyê ji hêla koma girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Dirbêsiyê bi dawî bû.
 
Koma Şehîd Hêvî lîstikek şanoyê ya bi mijara sûcên artêşa tirk yên  herêmên dagirkerî pêşkêş kir. Çalakî bi gerandina dîlanê li ber stranên gelerî  ku ji aliyê koma Şehîd Zîlan ve hatin gotin bi dawî bû.