Ji Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo Başak Demîrtaş peyama piştevaniyê

  • 12:24 14 Hezîran 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclisa jinan ku tehdîtkirina Başak Demîrtaş a li ser medya civakî şermezar kir got, "Tişta me jinan bi de jiyîn piştevanî û têkoşîna me ya rêxistinkirî ye."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanî êrîşên ku ji ser medya civakî li Başak Demîrtaş hatin kirin da û bi armanca piştevaniya bi Başakê re daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber hişmendiya îqtîdara AKP -MHP'ê bi kesan re çêkiriye, li ser medya civakî êrîşên zayendî yên li dijî jinan berdewam dikin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku çavkaniya êrîşan polîtîkayên dijminantiya li dijî jinê ne û wiha hat gotin: "Ew zimanê qirêj yê çeteyan e. Em jin dizanin ku îqtîdara heye, bi polîtîkayên xwe hemû destkeftiyên jinan hedef digire. Ji ber vê ev êrîşa li hemberî Başak Demîrtaş di kesayetiya wê de li hemberî têkoşîna jinê hatiye kirin. Ev êrîş berî vê jî di serî de li jinên ku têkoşîna azadiya jinê didan meşandin, li dijî jinên siyasetmedar yên wekî Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak hatibû kirin. Başak Demîrtaş ne bi tenê ye. Ligel wê rêxistinbûyîneke jinê ya bi hêz heye.”