Zimanê mêr ê medyayê tundiyê zêde dike

  • 11:45 14 Hezîran 2020
  •  
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NUÇEYAN - Zimanê zayendparêz ê medyayê, di her nûçeya derbarê êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, tundiya li hember jinan û qetilkirina wan de xwe dide der, li gel ku tu kes naxwaze kiryaran aşkera bike jî wîcdanê wan aşkera dike, rê û rêbazên qirkirinê tên vegotin, di vir de jî qetilkirina jinê dernakeve pêş , "rê û rêbazên qetilkirinê" derdikevin pêş.
 
Di xebatên atolyeyê yên bi sernavê "Nuçegîhaniya darazê" ku meha çileyê ya sala 2019 ji aliyê  Komeleya Xebatên Hiqûqê (MLSA) hatin destpêkirin de gelek fikrên cuda derketibûn holê. Xebat herî zêde li ser zimanê nûçeyên şopandina dozên "êrîşa zayendî û qirkirina jinan" ku hatibûn amadekirin bû. Li gel ku tevli atoleyê nebûm jî piştî ku hevala me ya li ser navê ajansê tevli atoleyê bû û tecrûbeyên xwe bi me re parvekirin, kêm jî be ez derbarê mijarê de bûm xwedî zanîn. Li gel niqaşên ku divê nûçeyên îstîsmarê çawa bên dayîn û neyên dayîn, nêrîna "Ger em kîteyên nûçeyê nedin wê nûçe balê nekişîne" jî derketibû pêş.
 
Em li vêderê, zîhniyeta zimanê nûçeyên êrîşa zayendî ya li dijî zarokan ku bi hemû kîteyên wê tê dayîn û çawa veduguherînin zimanê nûçeyê yê pornografîk teşîr dikin. Em ê vê jî bi "mînakên" ji nûçeyan vebêjin.
 
Rêbazên 'qetilkirinê'
 
Li Xerpêtê di 9'ê Hezîranê de Alî A., Aslihan A. ya pê re hatibû zewicandin qetil kir. Nuçe, dîsa nûçeya Ajansa Nuçeyan a Îhlasê (ÎHA), Bi sernavê ku Jina dayika 3 zarokan a di 10'ê hezîranê de "mêrê wê ew serjê kir jiyana xwe ji dest da" hat serwîskirin.  Li gorî nûçeya ku bi sernavê xwe, rêbazên qetilkirinê nîşan dide, kê li ku kî birîndar kiriye ji qetilkirina jinkê girîngtir tê dîtin û hemû kîteyên nûçeyê li ber çavan radixwe: "Qaşû mêrê ku ji bo biaxive ketiye hundirê malê, hevjîna xwe serjê kir, xesûya xwe Ş.B. jî ji jorê çîma wê kêr kir.. Di wê naberê de xesûya ku kêr kir destê xwe zavayê xwe ji paş ve bi kêrê birîndar kir."
 
Di vê "nûçeyê" de metên ku hatiye destgirtin, ji nûçeyê wêdetir, rêbazên ku "jinek çawa tê qetilkirin" hatine vegotin.
 
Di nûçeyê de têgehên ku rola zayenda civakî bi hêz dikin balê dikişînin. Di nûçeyê de têgeha "mêr" heşt caran hatiye bikaranîn, ya "dayikê"  çar caran lê ji têgeha "Jin" re cih nehatiye dayîn. 
 
Peyama 'kriyar jî xwedî wicdan in' 
 
Ji serkêşên medyaya ku qetilkirina jinan wekî bûyerên ji rêzê dibîne Rojnameya Hurriyet, bi zimanê nûçeyan ê têşîrkirinê yê "derbarê qetilkirina jinan" de jî serkêşiyê dike. Cem Yilmaz li Antalyayê Hezkiriya xwe Gulsum Tac kuşt. Huriyet.com.tr. Di nûçeya rojnameyê ku di 11'ê hezîranê de hat weşandin, derbarê rêbazên kuştinê de agahiyan dide û dibêje: "Hezkiriya xwe kuşt, wêneyê wê xêz kir û ev not li pişt xwe hişt! wicdan ev kuştin aşkera kir." Di nûçeya ku pêdiviyek çawa vediguhere çekê" di her hevokeke wê de bersîve pirsa , "Jinek divê çawa bê kuştin" dide. Helbet dema em krîtîka van nûçeyan dikin em hewl didin ku em jî heman zimanî bi kar neynin.
 
Wîcdan her tişt diyar kir (!)
 
Bi kurtasî di nûçeyê de dersa "jinek çawa tê qetilkirin, ji bo bûyer aşkera nebe divê çi bê kirin, divê qetilkirin çawa wekî çarenûs bê nîşandan û di asta dawî de têşta ku bûyerê aşkera bike wicdan e" tê dayîn.
 
Di warê qetilkirina jinan de ji bo rojnamegeriya mêr tişteke din a jênger jî derxistina pêş a hincetê ye û meşrûkirina bûyerê ye. Di vê de jî hestan derdixin pêş û bûyerê vedibêjin. Di metnê nûçeya derbarê bûyera Aantalyayê de wiha tê gotin: "Buyer her di bîra gumanbar de maye dema ku ji Antalyayê çûye Edenê û çûye mala xwe wêneyê Gulsum Tac xêz kiriye. Herwiha gulek jî lî ber wêneyê ku xêz kiriye daniye û li ber wê jî nîşeyek întîharê danîye. Di notê gûmanbar de tê gotin, 'Gulsum Mayam ez im. Xwezî te min ji malbata min re bişanda. Te dema veqetandinê dirêj nekira, ez têm gel te û ji te hez dikim'."