‘Divê gel xwedî li cenazeyên xwe derkeve'

  • 09:06 14 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Bertekên li hemberî texrîpkirina goristanan didomin. Rêvebera MEBYA-DER'ê Yildiz Damla diyar kir ku divê Gelê Kurd xwedî li cenazeyên xwe derkeve. Rêvebera MEBYA-DER'ê Helîme Topuz jî da zanîn ku divê bêdengiya heyî bê şikandin.
 
Bertek û nêrazîbûnên li hemberî texrîpkirina goristanên li Wan, Mûş, Êlih, Colemêrg, Çewlik, Amed û Şirnexê didomin. Rêveberên Komeleya Çand û Yekitiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Jêderka Medeniyetê Winda Kirine (MEBYA-DER) Yildiz Damla û Helîme Topuz êrîşên li hemberî goristanan şermezar kirin û banga xwedî li derketina goristanan kirin. 
 
‘Nikarin hêza malbatan bişkînin' 
 
Yildiz, di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku bi êrîşan bandorê li deruniya gel dikin û wiha axivî: "Bi bombeyan êrîşên goristana Sîsê û goristanên din dikin. Em wan êrîşan şermezar dikin. Kesên ku wan hovitiyê dikin ji xwe re dibêjin em misilman in. Di ol de tiştek bi wî rengî tuneye. Bila hemû malbat û rûspî rabin ser piyan û bên cem hev. Li dijî vê hovitiyê bila bêjin em vê tiştê qebûl nakin. Li Mêrdînê çawa cenazeyek bi pişta erebeyê ve gire didin û mal mal dipirsin ku hûn vê cenazeyê nas dikin an na. Armanca wan meşandina êrîşek derûnî ye. Dixwazin vîn û hêza malbatan bidin şikandin. Lê çiqas hewil bidin jî di vê aliyê de nikarin bi ser kevin. Ji ber ku malbatê me bi hêz in, hêza malbatên  me nayê şikandin.” 
 
'Xwedî li cenazeyên xwe derkevin'
 
Yildizê di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir û wiha bi lêv kir: "Divê gel xwedî li doza xwe derkeve. Dijmin bi her awayî dikuje, qetil dike, îşkence dike. Hem dayik û hem jî zarokan jî dikuje. Ji ber ku dijmineke hov e. Dewleta tirk êrîşê her çar parçeyên Kurdistanê dike. Hêviya min ew e ku bila kurd êdî li hemberê wan êrîşan serî hildin û xwedî li cenaze û goristanên xwe derkevin.”
 
‘Divê bêdengî bê şikandin’
 
Helîme jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî goristanan û got: "Ez xwişka sê şehîda me. Gava ku goristana Sisê hat çêkirin hem ji bo min û hem jî ji bo malbata min tiştek gelek watedar bû. Lê niha êrîşê ku tên kirin nayê qebûlkirin. Hem di qanûnan de tiştek wisa nîne û hem jî ola Îslamî de tiştek wisa nîne. Li tu deverê hovîtiyeke bi vî rengî nîne. Ka kîjan dewlet êrîşên goristanan dike û hestiyên cenazeyan ji goristanan derdixe? Hûn çima doza hestiyan dikin, hûn ji hestiyên me çi dixwazin? Ew Dayika Xalîse ku hestiyên kurê wê dan destê wê êş ket canê me. Ew malbat dê çawa bi rehetî behn bistînin. Divê bêdengî bê şikandin."