'Dewleta tirk dixwaze di şexsê pêşengên civakê de vîna gel bişkîne'

  • 09:03 14 Hezîran 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Dadwera Encumena Dîwana Edaletê ya kantona Kobanê Zozan Qedûr girtina parlementera HDP'ê Leyla Guven a ji aliyê dewleta tirk ve û paşê jî berdana wê nirxand û got: ”Kiryarên dewleta tirk ên li hember siyasetmedarên kurd ne qanûnî ne, bi vê yekê dixwazin di şexsê pêşengên civakê de vîna gel bişkînin.” 
 
Dewleta tirk di 4'ê Hezîranê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, bi hinceta ku cezayê wê hatibû erêkirin hatibû girtin, paşê jî  hat berdan. Leyla Guven bi têkoşîna xwe li dijî hemû hişmendiyên ku dixwazin civaka kurd bin bixin û tesfiye bikin, derket. Têkildarî mijarê Dadwera Encumena Dîwana Edaletê ya kantona Kobanê Zozan Qedûr girtina parlementera HDP'ê Leyla Guven a ji aliyê dewleta tirk ve û paşê jî berdana wê nirxandin kir. 
 
‘Dewleta tirk hebûna Gelê Kurd ji xwe re weke xeterî dîbîne’
 
Zozanê  di destpêkê de bal kişand ser siyaseta dewleta tirk a li dijî Gelê Kurd û wiha got: "Êrîş û zextên dewleta tirk ên li hember siyasetmedarên kurd ên li Bakurê Kurdistanê bê navber berdewam in. Betalkirina parlamenteriyê û girtina Leyla Guven beriya du rojan jî mînaka herî şênber ya siyaseta tirkiyeyê ye. Êrîşa li ser Leyla Guven di aliyê qanûnî de ne rewa ye. Her wiha tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Li dijî van kiryaran tu rêxistinên mafên mirovan bertek nîşan nedan, berovajî wê bê deng man. Leyla Guven jineke kurd e ku di parlamentoya dewleta tirk de behsa mafên Gelê Kurd dike, wê tu sûc nekiriye ku rastî zîndanê were. Tirkiyeyê jî bê sedem û sûc parlamenteriya wê xist û dîl girt. Ev rewş rastiya pergala dewleta tirk ji me re nîşan dide ku hebûna Gelê Kurd her tim ji xwe re xeterî dîtiye, ji ber vê bi hemû rê û rêbazan êrîşî gelê kurd dike."
 
‘Dewleta tirk li hember îradeya gel bê rêz e’
 
Zozanê serbestberdana Leyla Guven a ji girtîgehê wiha nirxand: "Leyla û hemû siyasetmedar û parlamenterên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin bi îrade û xwesteka gel hatine hilbijartin. Gel dizanin ku kîjan kesayet dikare bibe deng û nasnameya wan, ji bo wê dewleta tirk li hember îradeya gel bê rêz e û qanûnan jî li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin û dixwazin di şexsê pêşengên civakê de vîna gel bişkînin."
 
‘Tirkiye berjewendiyên xwe ji jiyana mirovan girîngtir dibîne’
 
Zozanê di dawiyê de wiha got:  "Xala din ya ku mirov li ser bisekine ew e ku di rewşa belavbûna Şewba Koronayê de, di zîndanên dewleta tirk de bi sedan siyasetmedarên kurd ku tu sûc nekirine girtîne. Cîhan tevahî tedbîrên xwe li dijî Şewba Koronayê girtine ku ev yek ji beşên parastinê yên  biryarên efûyê bû. Lê careke din diyar bû ku dewleta tirk hemû biryar û zagonên navneteweyî binpê dike. Rêzdariya wan a li hember hebûn û mafê mirovan tune ye, dewleteke wiha ye ku berjewendiyên xwe ji jiyana mirovan girîngtir dibîne."