'Em dixwazin çarenûsa xizmên me yên windayî diyar bibe'

  • 09:01 14 Hezîran 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Xizmên windayên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê dijîn bal kişandin ser xizmên xwe yên ku li Efrînê piştî şer êdî agahî ji wan nehat gitin û wiha gotin:"Bi hezaran ciwanên Efrînê di çeperan de li dijî dagirkeran şer kirin. Piştî şer gelek ciwanên me agahî ji wan nehat girtin û çarenûsa wan ne diyar e. Em dixwazin çarenûsa xizmên me yên windayî diyar bibe."
 
Di 18'ê Adara 2018'an de Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê ve hat dagirkirin. Piştî dagirkirina Efrînê, her roj kiryarên komên girêdayî dewleta tirk ên wekî revandin, îşkence, qetilkirin û windakirina mirovan bê navber berdewam dike. Her wiha bi hezaran ciwanên kurd ên ku di şerê Efrînê de winadayîne çarenûsa wan ne diyar e û heta niha jî xizmên windayan hêviya vegera wan dijîn. Têkildarê windakirina ciwanên Efrînê, xizmên wan ên ku li Şehbayê dijîn hestên xwe anîn ziman.
 
'Êrîşa li ser Efrînê giran û bi dil êş bû'
 
Jina bi navê Reşîde Sîdo ya ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye hevjînê wê di şerê Berxwedana Serdemê de winda bûye wiha got: "Ji roja destpêkê de dema ku dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Efrîn û navçeya wê kirin, navçeyek jî ya me bû. Êrîşek wiha hovane bû ku mirov nizanibû ew ê xwe çawa biparêze, ewqas giran û bi dil êş bû. Piştî van êrîşan hevjînê min ji bo parastina ax û rûmeta welatê xwe tevlî hemleya Berxwedana Serdemê bû. Ez jî di wî şerî de ducanî bûm, lê berxwedana ku hevjînê min li hember dijmin dikir, min jê hêzek mezin digirt û li ber xwe dida."
 
'Sê salin agahî ji hevjînê xwe nagirim'
 
Reşîde di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew sê salin agahî ji hevjînê xwe nagire û wiha pê de çû: "Ji ber li Efrînê şerekî pir dijwar dihat jiyîn, derfet tune bû ku ez hevjînê xwe bibînim. Di berxwedana 58 rojan de min sê caran hevjînê xwe dît, lê piştî hevdîtina dawî min nema agahî jê girt. Ew bû sê sal ji deng û dîtina wî ez bêpar im û zaroka min bê bav çavên xwe li jiyanê vekir. Ez niha ji bo zaroka xwe him dayik, him jî bav im. Hêviya min her dem heye ku ez rojekê wî bibînim. Banga min ji dewletên navneteweyî heye ku hesabên giran ji dewleta tirk a dagirker bipirsin û Efrînê ji xwediyên wê re vegerînin."
 
'Piştî şerê Efrînê, agahiyê ji zarokên xwe nagirim'
 
Jina bi navê Ronahî Ehmed a dayika Ehmed Mihemed Xelîl e, piştî şerê Efrînê kurê wê winda bûye û çarenûsa wî heta roja îro jî ne diyar e, Ronahî têkildarî  kurê xwe axivî û wiha got: "Di şerê Efrînê de li malan me nedikaribû xwe biparêzin, ji ber şerekî gelek giran bû. Ruxmê zor û zehmetiyan me 58 rojan li ber xwe da. Kurê min jî yek ji wan kesan ku ji bo axa welatê xwe serî hilda û tevlî şer bû. Ji bo parastina ax û rûmeta xwe li kolan û bajarê Efrînê bû. Piştî dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirin min agahî ji kurê xwe negirt û heta roja îro jî çarenûsa wî ne diyar e. Di vî şerî de ne tenê kurê min bi hezaran çarenûsa ciwanên Efrînê ne diyar e. Dewleta tirk û çeteyên wê îşkece dikin.  Ez li benda vegera kurê xwe me da ku bi dil hembêz bikim."
 
'Heta ku birayê xwe nebînim, rehetî ji min re nîne'
 
Birayê jina bi navê Neîme Reşo, Mihemed Reşo di dema şerê Efrînê de winda bûye Neîme bi lêv kir ku heta ku birayê xwe nebîne rehetî ji wê re nîne û wiha pê de çû: "Eger bêdengiya dewletên navneteweyî yên li ser kiryarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bidome, bila ji xwe re nebêje ez parastina mafê mirovan dikim. Bi hezaran ciwanên Efrînê ji aliyê komên çeteyên girêdayî dewleta tirk ve hatine girtin û çarenûsa wan hîna ne diyar e. Heta ku ez birayê xwe nebînim, rehetî ji min re nîne."