ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 14 Hezîran 2020
  • Rojev
*Xizmên windayên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê dijîn bal kişandin ser xizmên xwe yên ku li Efrînê piştî şer êdî agahî ji wan nehat gitin û wiha gotin:"Bi hezaran ciwanên Efrînê di çeperan de li dijî dagirkeran şer kirin. Piştî şer gelek ciwanên me agahî ji wan nehat girtin û çarenûsa wan ne diyar e. Em dixwazin çarenûsa xizmên me yên windayî diyar bibe." DÎMEN HEYE
 
*Dadwera Encumena Dîwana Edaletê ya kantona Kobanê Zozan Qedûr girtina parlementera HDP'ê Leyla Guven a ji aliyê dewleta tirk ve û paşê jî berdana wê nirxand û got: ”Kiryarên dewleta tirk ên li hember siyasetmedarên kurd ne qanûnî ne, bi vê yekê dixwazin di şexsê pêşengên civakê de vîna gel bişkînin.”  DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku li gundê dora çiyayê Qerejdaxê dijîn ji berbangê şiyar dibin, ewil dibin bêrîvan û pezê xwe didoşîn û piştre jî dibin çotkar di nava zeviyên xwe de çotkariyê dikin. Êvarê jî malê paqij dikin, xwarin çêdikin û zarokan re mijûl dibin. Ev tişt her roj bi heman rewşê didome... BI DÎMEN 
 
*Bertekên li hemberî texrîpkirina goristanan didomin. Rêvebera MEBYA-DER'ê Yildiz Damla diyar kir ku divê Gelê Kurd xwedî li cenazeyên xwe derkeve. Rêvebera MEBYA-DER'ê Helîme Topuz jî da zanîn ku divê bêdengiya heyî bê şikandin. BI DÎMEN 
 
*Jina Dengbêj a ji Gundê Elemûnê ya Qilebanê Beyaz Olmez a ku ev 7 sal in dengbêjiyê dike anî ziman ku ew xwedî li çanda xwe derdikeve û wiha got:"Tiştê ku mirov li piyan dihêle çand e."  DÎMEN HEYE
 
* Ji ber krîza aborî û vîrûsa korona betalî û xizanî zêde bû û welatiyên diçin bajar jî destvala vedigerin. Jinan diyar kirin ku buhabûn gelek zêde ne û gotin: “Dibêjin her tişt di rê de ye û başe! Lê hemû jî derew in." BI DÎMEN 
 
*Emîne û Şakîrye yên ji ber ferzkirinên cerdevaniyê neçar man ku koçî Stenbolê bibin û diyar dikin ku wan ji bo jiyanek bi rûmet têkoşîn dane û dixwazin ku vegerin gundên xwe. BI DÎMEN
 
*Zimanê zayendparêz yê medyayê, di her nûçeya derbarê êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, tundiya li hember jinan û qetilkirina wan de xwe dide der, li gel ku tu kes naxwaze kiryaran aşkera bike jî wîcdanê wan aşkera dike, rê û rêbazên qirkirinê tên vegotin, di vir de jî qetilkirina jinê dernakeve pêş tenê, "rê û rêbazên qirkirinê" derdikevin pêş.