Hûn ne bi tenê ne!

  • 16:30 13 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN - Ji bo şermezarkirina mirinên bi guman ên jinan ku di demên dawî de zêde bûne daxuyanî hat dayin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemir a ku di daxuyaniyê de axivî wiha got:"Em ê wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê şopdarên cinayetên jinan bin. "
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî mirinên bi guman ên jinan ên ku di demên dawî de li Agiriyê zêde bûne li Wanê daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemir, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, û gelek jin beşdarî daxuyaniya li avahiya partiyê hat dayin, bûn. Dowizên bi nivîsên “Jin Jiyane Jiyanê Nekuje”, “Bijî Yekitiya Jinan” û wêneyên jinên hatibûn qetilkirin û jinên bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabûn, li ser bûn, hatin hildan. Di heman demê de pankarta bi nivîsa "Jin jiyan azadî" hat hilgirtin. 
 
'Mirinên bi guman wekî 'întixar' derbasî qeydan bûn'
 
Li ser navê Meclîsa Jinan Dîlan Dirayet Taşdemîr daxuyanî da. Dilanê da zanîn ku cinayetên jinan hatiye asteke bilind û wiha got:"Yek jê ji cihên ku jin tên kuştin, Agirî ye. Di meha dawî de 5 jin hatin qetilkirin. Mirinên bi guman wekî 'întixar' derbasî qeydan bûn. Lê em dizanin ku ev mirinên bi guman in."
 
'Gelek mînakên ku jinê ber bi întihar û kuştinê ve dibin hene'
 
Dîlanê bi bîr xist ku li Agiriyê di 35 rojên dawî de 5 jinî jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir:"Li tirkiye û Kurdistanê gelek mînakên ku jinê ber bi întiharê û kuştinê ve dibe heye. Gelek mînakên ku jin tên qetilkirin û wekî întiharê derbasî qeydan dibe em dibînin. Ji kuştina jinan AKP a ku polîtikayên dijminatiya jinê dimeşîne jî berpirs e."
 
'Îktidara 18 salî ya AKP'ê bingeha tundiya li dijî jinê ava kir'
 
Dîlanê anî ziman ku kuştina jinan ne tesaduf e û wiha dewam kir:"Cinayetên jinan polîtîk e. Agirê ji bajarên herî xizan e. Qada îstihdama jinan gelekî kêm e. Îktidara 18 salî ya AKP'ê êrîşî destkeftiyên jinan dike. Saziyên jinan digire û bingehê ji tundiyê re ava dike. Îktidara 18 salî ya AKP'ê bingeha tundiya li dijî jinê ava kir."
 
'Têkoşîna jinê dide jiyîn'
 
Dîlanê herî dawî bang li jinan kir û wiha got:"Em ji hemû jinan re dibêjin 'Hûn ne bi tenê ne'. Ji bo piştevaniya we meclîsên me yên jinan û TJA heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên we bi me re di nava têkiliyê de bin. Em ê dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" her dem têxin meriyetê. Têkoşîna jinê dide jiyîn."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Cinayetên jinan polîtîk e","Jin jiyan azadî" bi dawî bû.