Ji bo Fatma ya bi pençeşêra memikan banga tehliyeyê hat kirin

  • 15:58 13 Hezîran 2020
  • Rojane
STENBOL- ÎHD'ê di çalakiya Rûniştina F'yê de vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya bi navê Fatma Ozbay a ku nexweşa pençeşêra memikan e û bang kir ku Fatma bê berdan. 
 
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe “Rûniştina F” ku her hefte ji bo girtiyên nexweş li dar dixin, vê hefteyê jî ji ber vîrûsa koronayê, li ser hesabên medyaya civakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê ku gihîşt hefteya 429’emîn de parastvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewaşa girtiya nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê girtî ye.
 
Terkî mirinê tê kirin
 
Di çalakiyê de destpêkê Endama Komîsyonê Meral Nergîs Şahîn axivî. Şahîn, diyar kir ku bi hinceta şewbê girtiyên nexweş bi pêkanînen kêfî re rû bi rû dimînin û wiha got: “Sînordarkirina parêzer û malbatan tecrîda li girtîgehan kûrtir kiriye. Ji bo girtiyan şertên jiyanê gelek zehmet bûne. Ji bo girtiyên nexweş ev rewş bûye îşkence. Di 2 mehên dawîn de hema bibêje hemû serlêdanên ku ji me re hatine derbarê sekinandina tedawiyan de ne. Ev jî êrîşa li dijî mafê jiyanê ye. Girtiyên nexweş, bi redkirina mafê xwe yê tedawîyê re terkî mirinê tên kirin.”
 
Banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
 
Piştî Şahîn Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn jî axivî û derbarê girtiya nexweş Fatma Ozbay a 55 salî ku 23 sal in girtî ye de agahî da. Mehmet, diyar kir ku Fatma bi nexweşiya pençeşêrê ya memikan e ketiye û pêsîreke wê ya aliyê çepê bi tevahî hatiye jêkirin û ev agahî dan: “Li gel ku pençeşêr li hestî û kezeba reş a Ozbay belav bûye jî tu tedawiyeke wê nayê kirin. Dawî li tade û îşkenceya li hemberî girtiyan bînin û astengiyên li pêşiya tedawiyê rakin. Fatma Ozbay û hemû girtiyên nexweş berdin.”