Xizmên windayan aqûbeta gundiyan pirsîn

  • 15:34 13 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan û Rêveberên ÎHD'ê yên Amed vê hefteyê jî lêgerîn û pirsîna windayan berdewam kirin. Malbatan dîsa daxwaza "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" qereyan. Xizmên windayan li Amedê aqûbeta Ahmet Bulmuş ê li Cizêrê hat windakirin pirsîn.
 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amedê lêgerîna xwe ya windayan berdewam kirin. Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 592'an de çalakiya xwe li ser medya civakî berdewam kirin. Li Amedê ji ber vîrûsa korona li ser hesabê medya civakî yê ÎHD'ê yê Amedê video amade kirin û parve kirin. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demir, daxuyanî da û çîroka Ahmet Bulmuş ê di 1'ê Nîsana 1994’an de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin û piştre hat windakirin pirsî. 
 
Ezgî, diyar kir ku piştî Gundê Hîsarê ji aliyê eskeran ve hat şewitandin, malbata Bulmuş neçar man ku bên li Cizîrê bi cih bibin û wiha got: "Di meha Nîsana 1994'an de ji bo radyoya xwe tamîr bike çû dikana hevalê xwe Beşir a li ser Kolana Mêrdînê. Texsiya Torosa Spî rê li pêş wî girt. 3 kesên bi çek ew bi zorê xistin texsiyê û binçav kririn. Tamîrkarê Radyo dibe şawidê vê bûyerê.
 
Çend roj şûnde Fermandarê Cendirmeyan ê Cizîrê Cemal Temizoz, bi ser mala Bulmuş de girtin û lêgerîn kirin. Ji hevjîna wî Fatim re gotin 'Me hevjînê de biriye. Çend rojin mêvanê me ye. Em ê berdin. Piştre Fatma 3 roj şûnde bi daxwaznameyekê serî li rayedaran dide. Lê hêj tu bersîv negirtiye. Dîsa kesekî bi navê A. diyar kir ku di bin çavan de çavê wî girtî bû. Di sala 1996'an de di bîrek li Navçeya Sîlopî cenazeyê 6-7 kesan hat dîtin. Serê yekî hatibû jêkirin. Fatim, ji cilên wan teşhîs kir ku yek jê hevjînê wê ye. Lê ji tirsa gilî nekir."