Dayikên Şemiyê: Min gora te di dilê xwe de koland

  • 14:59 13 Hezîran 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê, aqûbeta Veysel Guney ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin û cenazeyê wî hat windakirin, pirsîn. Birayê Veysel Guney Ayhan Guney, diyar kir ku dayika wî gora birayê wî di dilê xwe de kolandiye û bi hesreta wî jiyana xwe ji dest daye.
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 794’emîn de çalakiya xwe ya pirsîna aqûbeta xizmên xwe, ji ber vîrûsa koronayê, li ser medya civakî li dar xistin û dengê xwe li bi weşana zindî dan bihîstin. Di çalakiya vê hefteyê de dayikan aqûbeta Veysel Guney ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin û hê jî cihê gora wî nayê zanîn, pirsîn.
 
'Min wêneyê Veysel li çavên xwe xêz kiriye'
 
Di çalakiyê de destpêkê Birayê Veysel Guney, Ayhan Guney axivî. Ayhan, diyar kir ku 39 sal di ser windakirina birayê wî re derbas dibe û wiha got: “Dayika min bi hesrata gora keke min jiyana xwe ji dest da. Dayika min digot, ‘Min wêneyê Veysel li çavên xwe xêz kiriye, navê wî li zimanê xwe nivîsandiye û gora wî li dilê xwe kola ye.’”
 
'Deynê dewletê yê lêborînxwestinê ji malbatan heye'
 
Piştî  Ayhan parêzerê malbatê Ercan Kenar, derbarê dosyayê de axivî û agahî da. Ercan, diyar kir ku li ser hemû redkirinên serlêdanên wan ên hundurîn, dosyaya Guney birine Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û ev tişt got: “Ji bo cezakirina faîlan deynê dewletê yê lêborînxwestinê ji malbatan heye.”
 
Ji bo dîtina gora kurê xwe têkoşiya
 
Dayika Şemiyê Yeter Yucel, piştî parêzer Ercan Kanar axivî û çîroka windakirina Veysel Guney vegot. Yeter, diyar kir ku Veysel  di 28’ê kanûna 1980’yî de li Dîlokê bi serdegirtina malê hatiye binçavkirin û bi qanûneke taybet hatiye darvekirin û wiha got: “Malbata Veysel  bi salan ji bo dîtina gora kurê xwe têkoşiya. Lê li gel ve yekê jî gora kurê xwe nedît.”
 
'Windakirina cenaze sûcê li dijî mirovahiyê ye'
 
Yeter, destnîşan kir ku darvekirin cînayet e û ev tişt anî ziman: “Windakirina cenaze sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em kesên ku qanûnên demê bin pê kirin û laşê wî dan windakirin nas dikin. Em edaletê dixwazin. Em bang li meqamên edlî û îdarî dikin ku dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bînin û pêvajoya pêkanîna edaletê bidin destpêkirin.”