'Divê em hemû bi hev re ji vê zilmê re bibêjin na'

  • 14:08 13 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞENGAL-TAJÊ têkildarî girtiya li Îranê Zeyneb Celaliyan a ku bi Vîrusa Koronayê ketiye û nayê dermankirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ev rewş nayê qebûlkirin. 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  têkildarî girtiya li Îranê Zeyneb Celaliyan a ku bi Vîrusa Koronayê ketiye û nayê dermankirin de daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê jinan nêrînên xwe bi me re parve kirin. 
 
'Heta em jin nebin yek ew ê zilm dewam bike'
 
Wetha Xidir diyar kir ku rejîma Îranê li ser girtiyan zilmeke mezin didin meşandin û wiha got:"Pêwist e hemû jin li dijî zilma li ser Zeyneb Celaliyan tê meşandin li berxwe bidin. Ji bo Zeyneb Celaliyan bê berdan divê hemû jin dengê xwe bilind bikin. Heta em jin nebin yek ew ê zilm dewam bike."
 
'Divê em hemû bi hev re ji vê zilmê re bibêjin na'
 
Guzê Bedel jî wiha got:"Ez di serî de helwesta Rejîma Îranê şermezar dikim. Zextên mezin li girtîgehan dikin. Divê em hemû li dijî vê yekê serî hildin. Ger em serî hilnedin ew ê tu kes serî hilnede. Divê em hemû bi hev re ji vê zilmê re bibêjin na."