Jin dê li dijî mirinên bi guman dakevin kolanan

  • 10:48 13 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Di demên dawiyê de li Mêrdînê 4 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Endamên Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê da zanîn ku ji ber polîtîkayên pergalê şîdet û mirina jinê pêk tê û gotin: "Em ê şopdarên vê pêvajoyê bibin û em ê xwe bighînin hemû jinên Mêrdînê. 
 
Hejmara mirina bi guman a jinan her roja ku derbas dibe zêde dibe. Di nava 2 hefteyên dawiyê de 4 jin bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê mirina bi guman û çîroka ku li pişt xwe dihêlin jî rastiyek din radixe li ber çavan. Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdinê li dijî vê yekê dest bi xebatan kir. Endamên platformê Gulîzar Îpek û Eylem Amak ji ajansa me re qala xebatên xwe kirin. 
 
Gulîzar Îpek, diyar kir ku her ku diçe şîdeta li hemberî jinê zêde dibû wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her wiha li gel zêdebûna hejmara şîdeta li hemberî jinê niha jî hejmara mirina bi guman a jinê jî zêde dibe. Sedema yekem jî êrîşa pergalê ya li hemberî jinê ye. Demên dawiyê li hemberî sazî û dezgehên jinan êrîşeke topyekûn heye. Polîtîkayên pergalê jinê tune dihesibîne û ev tişt jî bandorê li tevahiya jiyana li malê dike. Bi vîrûsê re jî şîdeta li hemberî jinê zêde dibe. Di nava hefteyekê de 3 jin jiyana xwe ji dest da lê sedema mirina wan nayê zanîn. Dibêjin xwekuştine lê em baş dizanin ku ev jin xwenekuştine."
 
Gulîzar, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe yên derbarê vê mijarê de û got: "Em ê nexşereyeke şîdetê derxin û û piştre em ê ji raya giştî re parvebikin. Em ê li taxan civînên jinan li dar bixin û ji jinan agahiyan bigirin. Em ê li dijî peşnûmeqanûna îstîsmara zayendî çalakiyan li dar bixin. Em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe ji mezin bikin." 
 
Eylem Amak jî bal kişand ser xwekuştinên jinan a li bajêr pêk hatî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî xwekuştin, kuştin û mirina bi guman xebatên taybet bidin dest pê kirin û em ê xwe bighînin hemû jinên Mêrdîne. Em sedema mirinan baş dizanin. Sedemên kuştin û şîdeta li hemberî bi zelalî li holê ye. Jin pirsgirêk dijîn lê mekanîzmaya ku xwe bighîne û pirsgirêkên xwe çareser bike tuneye. Zîhniyeta mêr û dewletê tu carî mafê jinê nasne kir."