Li ser laşê Sareya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da şopa derbê hat dîtin

  • 10:45 13 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Di encama otopsiyê de li ser laşê Sareya ku du roj berê bi awayekî bi guman mîrî hat dîtin şopa derbê hat dîtin. Welatiyên ku bi Sareyê re li heman gundî dimînin dan zanîn ku bavê Sareyê tim tundî lê dikir. 
 
Li Mêrdînê di nava 15 rojî de 4 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Jina bi navê Sare Gok a 22 salî jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Di encama otopsiyê de li ser laşê Sareya ku du roj berê bi awayekî bi guman mîrî hat dîtin şopa derbê hat dîtin. Sareyê ya li Gundê Xanika yê Midyadê dijiya şeva ku li gund pez diçêrand cenazeyê wê ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Hat diyarkirin ku bi salane Sareyê ji aliyê bavê xwe bi îşkenceya sîstematîk rû bi rû hatiye hiştin. 
 
Di rapora otopsiyê de şopên derbê hatin dîtin
 
Roja Sareyê jiyana xwe ji dest da cenazeyên wê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Di rapora otopsiyê de li ser sînga wê û milên wê şopên derbê hatin dîtin. Di roja yekem de cenaze ji bo malbatê nehat dayin. Piştî raporê cenaze dan malbatê. 
 
Bavê wê êrîşa sîstematîk lê kiriye
 
Welatiyên gund ên ku me xwe gihaşt wan anîzin ziman ku Sareyê bi benê li bîrê dawî li jiyana xwe aniye. Sareya ku diya wê jiyana xwe ji dest dabû û bi bavê xwe re dijiya hat gotin ku ji aliyê bavê xwe bi salan bi tundiya sîstmatîk û derûnî rû bi rû hatiye hiştin. Her wiha gundiyan anîn ziman ku bavê Sareyê xwişkên wê yên din jî bi zorê daye zewicandin. 
 
Di 15 rojî de 4 jinî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan
 
Tevî Sareyê li Mêrdînê di nava 15 rojî de 4 jinî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di 31'ê Gulanê de li Nisêbînê Zehra Yalçin, di 1'ê Hezîranê de li Qoserê Sebahat Oral, di 6'ê Hezîranê de li Midyadê Şenaz Urun û li Midyadê jî Sare Gok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsînên ku piştî mirina jinan hatiye destpêkirin jî hîn bi awayekî lez pêş neketine.