Ji ber şertên girtîgehê neçar ma ji zarokê xwe dûr bikeve

  • 09:12 13 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN - Qanûna Înfazê ya ku bi hinceta pandemiyê bi lez xistin meriyetê û jin û zarokên ji derveyê vê qanûnê man di bin rîskek mezin de ne. Di pêvajoyê de zarok ya bi dayikên xwe re yan jî ji dayikên xwe dûr dijîn. Ebru Şîmşek jî neçar ma ji zarokê xwe yê 2 salî cuda bijî.
 
Wezareta Dadê di rapora 2020’an ya şand TBMM’yê de cih dabû 282 hezar û 703 girtiyên li 355 girtîgehan. Li gorî daneyên Însiyatîfa Maf ya rapora wan ya di meha Kanûna 2019’an de aşkera kiriye, di mijdara 2019’an de hejmazara zarokên li girtîgehê wek 780’ê aşkera kiribû. Ev hejmar di çaryeka 2020’an de zêde bû. Herî dawî Gonul Aslan ya di 24’ê Gulanê de di operasyona li hember TJA û Komeleya Jinan a Rosa de hat girtin bû. Bi kurê xwe Dilgeş yê 3 salî re hat girtin. Gonul di 9’ê hezîranê de hat tahliyekirin û hîna gelek jin û zarok girtîne.
 
Di pêvajoya pandemî de qanûna înfazê di 14’ê nîsanê de ket meriyetê û girtiyên siyasî, komên di bin rîskê de di girtîgehê de man. Jina bi navê Ebru Şîmşek di vê pêvajoyê de neçar ma ji zarokê xwe dûr bikve. Hevjînê wê Mustafa Şîmşek der barê rewşa hevjîn û zarokê xwe de axivî.
 
‘Gotin zarok ne aydê Ebruyê ye û nedan dayika wî’
 
Hevjînê wê Mustafa diyar kir ku Ebru di 2009’an de hatiye girtin du sal û nîvan girtî maye û di 2018’an de jî piştî 6 sal û 3 meh cezayê wê hatiye erêkirin de barê wê de biryara girtinê hatiye dayîn û dîsa hatiye girtin. Mustafa bi lêv kir ku dema Ebru hatiye girtin zarokê wê du salî bûye û wiha got: “Kurê min sê mehan ji dayika xwe dûr jiya. Ji ber mehra me ya fermî tune û Ebruyê li malê zarok aniye dinê, îdia kirin ku zarok ne ya Ebruyê ye û nedan cem dayika wî.”
 
‘Zarok nedan dayikê’
 
Mustafa wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min zarokê xwe hembêz kir û ez çûm Edliyeyê û min ji dozger re got ‘ez nikarim zarokê xwe bidim sekinandin, dayika xwe dixwaze’. Dozger got ‘Tu zarok dernexî ezê te bigirim.’Dozger got wê li Midûriyeta Xizmetên Civakî bigire û zarok bigirin. Min jî got ez zarokê xwenadim. Min got hun zor bidin ez ê bikevim greva birçîbûnê. Li ser vê dozger ez girtim odeya xwe û got mehra fermî tunebe ez zarok nikarim bidim girtîgehê. Ez neçar mam bibim malê.”
 
‘Zarok travma jiya’
 
Mustafa wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozger poşmanî li Ebruyê ferz kir. Gotin wê zarok nedin wê. Sê meh şûnde zarok dan dayika wî. Doktorên girtîgehê diyar kirin ku şert û mercên girîgehê û mîmariya girtîgehê ji bo zarok nebaş e û got divê derkeve derve. Ji ber vê min çend rojên hefte zarok dianî malê, lê dayika xwe dixwest. Di mijara 2019’an de neçar mam zarok bînim malê.”
 
‘Nexweşiya dil dest pê kir’
 
Mustafa balkişand ser pêvajoay vîrûsê û wiha dawî lê anî: “Ebru piştî hat girtin nexweşiya dil pê re dest pê kir. Di vîrusê de jî tu tedbîr nehatin girtin. Rûpûş û lepik biha bûn. Alavên paqijiyê jî kêm in. Ji ber kesên hatin tahliyekirin koxuşên vala kirin yek. Koxuşên divê 12 kes lê bimînin 20 kes lê dimînin.”