'Bila kolanên Sûrê paqij bikin'

  • 09:10 13 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Ligel destpêkirina pêvajoya asayîbûnê xetereya belavbûna vîrûsê jî didome. Jinên ku li Sûra Amedê dijîn li hemberî nepaqijkirina kolanan bertekên xwe anîn ziman û bang li rayedaran kirin û gotin: "Em bang dikin û dibêjin bila kolan bên paqijkirin û her wiha divê welatî jî ji paqijiya xwe û ya derdorê baldar bin." 
 
Ji 1'ê hezîranê şûnde li tevahiya Tirkiyeyê pêvajoya 'asayîbûnê' hat destpêkirin. Bi destpêkirina pêvajoyê re tirs û fikara di nava gel de zêdetir bû. Lê li gorî daneyên Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê li bajêr bi hezaran kes niha di karantînayê de ne. Şêniyên li Sûra Amedê dijîn li hemberî xemsariya welatiyan bi gazincin û gotin divê welatî li hemberî vîrûsê ji paqijiya xwe û ya derdorê baldar bin. 
 
Jinên ku li Sûrê dijîn da zanîn ku kolanên Sûrê nayên paqijkirin û welatî jî girîngiyê nadin paqijiyê ev tişt rê bi ler xetereyan vedike. Jinan bang li rayedaran kir û gotin divê kolan bên paqijkirin.
 
‘Ji paqijiyê baldarbin’
 
Aynûr Kaya ku li navçeya Sûrê dijî anî ziman ku di vê pêvojaya niha de divê welatî baldariyê bidin paqijiyê û wiha axivî: "Mixabin kolanên me bi piranî wiha qirêj e. Ew jî ji bo belavbûna vîrûsê me dixe bin fikaran. Ji ber ku wekî li her dere li Amedê û li Sûrê jî nexweşiya vîrûsa koronayê. Qirêjiya kolanan me ditirsîne. Carinan kolanan paqij dikin carinan jî nakin. Divê welatî hinek din jî di aliyê paqijiyê de baldar bin û çopên xwe neavêjin kolanan.”
 
‘Em xwedî li kolanên xwe derkevin' 
 
Zehra Baran jî bertek nîşanî nepaqijkirinê da û got: "Em bang li rayedaran dikin û dibêjin kolanên Sûrê paqij bikin. Di rojên dawiyê de li Amedê hejmara weqayên koronayê zêde dibin û ev tişt jî tirsê zêde dike. Vîrûsa koronayê derdora me dorpêç kiriye. Ji ber ku dewlet rewşa asayibûnê îlan kir. Ji ber vê yekê gelê me jî hinek bê tedbîr tevdigerin û niha rewşa Amedê gelek bi xetere ye. Her wiha çopên ku diavêjin kolanan jî rê li ber gefa belavbûna vîrûsê vedike. Xelkê me jî bila çopên xwe neavêjin her dere, em xwedî li kolan û kuçeyên xwe derkevin.”