‘Li dijî operasyonan em ê hêrsa xwe veguherînin rêxistinbûnê’

  • 09:06 13 Hezîran 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosa Neslîhan Çoban diyar kir ku piştgiriya ji rêxistinên jinan ên Tirkiye û cîhanê ya ji bo Komeleya Jinan Rosa nîşan dide ku çiqas karên mafdar dikin û got: “Ji bo em êrîşan vala derxînin em ê zêdetir xwe bigihînin jinan. Em ê hêrsa xwe ya li dijî vê operasyonê veguherin rêxistinê.”
 
Di 22’ê Gulanê de navenda wê Amed operasyoneke siyasî pêk hat û di nav de endamên TJA’yê, endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa jî hebû 18 kes hatin binçavkirin û ji bo endama meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran hepsa malê hatibû dayîn. 12 kes jî hatibûn girtin. Serdozgerê Komarê Amedê di lêpirsîna da destpêkirin de di 7’ê hezîranê de bi ser mal de girtin û endama Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen û Gulîstan Nazlier jî tê de 6 kes hatin binçavkirin. Gulîstan Nazlier hat girtin û Suzan Îşbîlen jî bi şerta kontrola edlî hat berdan.
Endama Komeleya Jinan a Rosa Neslîhan Çoban, polîtîkayên ku xebatên jinan hedef digirin nirxand.
 
‘Me xwe gîhand girseyên berfireh’
 
Neslîhanê destnîşan kir ku di pêvajoya salek û nîvê de îmze avêtine xebatên girîng û wiha pê de çû: “Me li dijî kuştinên jinan meşên girseyî pêk anî. Me got ‘em ne di şînê de di nava serhildanê de ne’ û bajar bi rengên mor û reş xemiland, jinan ji şaneşîn û wesayîtan bi rengan bertek nîşan dan. Bi piştgiriya saziyên jinan em xwe gîhand girseyên berfireh. Me belavok belav kirin û me xebatên xwe meşandin.”
 
‘Em 24 saetan xebitîn’
 
Neslîhanê bi lêv kir ku ji bo ji jinên rastî şîdetê hatine re hawirek bi ewle pêk bînin 24 saetan xebitîne û got: “Me li gorî hewcedariya jinan rê da ber wan. Ji bo gumanbar cezayên giran bigirin me doz şopandin. Her roj ya kujer tên berdan yan jî cezayê wan tên daxistin. Ji bo dadgeh peywira xwe pêk bînin em rayagiştî ava dikin.”
 
‘Em li dora Rosa bibin xelek û têkoşînê mezin bikin’
 
Neslîhanê daxuyakirin ku li dijî qanûna înfazê ya gumanbarên li hember jin û zarokan sûc kirine jê fêde girtine jî muxalefet ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariyê bi rehetî qanûn nikaribû derbas bikira, di vir jî bandora Komeleya Jinan a Rosa û saziyên jinan hebûn.Niha dixwazin qanûna îstîsmarê jî derbixin. Me ev teşîr kir û ji ber vê em bi zanebûn hedef hatin girtin. Êrîşa li hember Komeleya Jinan a Rosa li hember hemû saziyên jinan hatine kirin. Bi vê hişmendiyê em bang li hemû jinan dikin; li dora Rosa bibin xelek û têkoşînê mezin bikin. Rêziknameya komeleya me ji aliye maseya komeleyan ve hatiye erêkirin. Xebatên komeleyê bi awayekî fermî tê meşandin. Lê pankarta me ya 8’ê Adarê sûc hatiye hesibandin.”
 
‘Yên serlêdanê dikin bila tu fikara wan tune be’
 
Neslîhanê destnîşan kir ku di dema serdegirtinê de hinek belgeyên fermî hatine desteserkirin û got ev ne belge û dosyayên aydê şêwirmend û kesên serlêdan kirine û got: “ Di vê mijarê de bila tu kesên ku serî li me dane, nekevin nava fikaran. Mahremiyeta şexs ji bo me girîng e, hevalên me di vê mijarê de gelek bi tedbîr tev digerin. Em ê, ji bo ku ev êrîş vala derkevin zêdetir bixebitin.”