'Şerekî aborî li dijî me tê meşandin'

  • 09:03 13 Hezîran 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Hevseroka Mudûriyeta Çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban têkildarî demsala çandiniya vê salê de axivî. Sewsenê wiha got: "Dewleta tirk bi riya şewitandina zeviyên ceh û genim dixwaze krîza aborî li Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê bide avakirin. Şerekî aborî li dijî me tê meşandin. Li dijî vî şerî em berxwedanê esas digirin."
 
Dewleta tirk bi rê û rêbazên cuda êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi taybet di vê dema dawî de ji ber zagona Qeyser nirxê lîreyê Sûriyeyê jî ket. Aborî bêtir lawaz bû. Dewleta tirk jî bi rêya şewitandina genim û cehê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewil dide ku kirîza aborî mezintir bike. Têkîldarî mijarê Hevseroka Mudûriyeta Çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban nêrîna xwe parve kir. 
 
'Dewleta tirk agir bi erdan dixe'
 
Sewsenê di despêka axaftina xwe de rewşa demsala çandiniya vê salê anî ziman û wiha got: "Demsala îsal a genim û ceh bi giştî baş bû, lê dîsa jî şewata erdan bandor kir. Heta niha bîlançoya şewatan ya Kantona Kobanê 247 donim ceh û genim e, her wiha 47 darên zeytûn û fisitiqan jî şewitîn. Hinek ji şewatan ji ber patos, elektirîk, xemsariya gel û cînetoran e. Lê pileya herî zêde bi zanebûn e ku dewleta tirk bi gule û agir gundên li ser sînor hedef digire û erdan dişewitîne." 
 
'Qanûna Qeyser bandoreke mezin kir'
 
Sewsenê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser rewşa cotkaran û wiha pê de çû: "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û Kantona Kobanê bi taybet aboriya xwe bi riya çandiniyê bi dest dixe. Gelek cotkaran derman û tov bi pereyên dolar ji me deyin kirine. Dema ku deynkirin nirxê dolar 500 bû û niha jî du hezar derbas kiriye. Ji ber zagona Qeyser roj bi roj nirxê dolar buha dibe. Mirov neçarî zehmetiyên jiyanî dibe."
 
'Tirkiye dixwaze krîza aborî mezintir bike'
 
Sewsenê diyar kir ku ew ê li gor derfetên heyî alîkariya gel bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di roja îro de herêma me ji aliyê aboriyê ve di pêvajoyeke hesas de derbas dibe. Ji aliyekî şewata ceh û genim, ji aliyekî jî zagona qeyser zorê dide. Nirxê perê Sûriyeyê jî bi vî awayî dikeve. Em jî weke mudûriyeta çandiniyê bi qasî derfetên xwe em ê alîkariya gelê xwe bikin da ku em bi hev re vê pêvajoya dijwar derbas bikin. Li herêmên me nirxa nan ya herî erzan e ji ber ku genimê me heye. Gelek gundan hîna erdên xwe patos nekirine, ger rewşa şewata erdan berdewam bike wê bandorek neyînî bi xwe re bîne. Ji ber zagona Qeyser ku Emerîka weke ceza daye Rêjîma BAAS'ê aborî lawaz bûye. Dewleta tirk jî rola xwe di vê yekê de dilîze ku ew jî bi êrîşên xwe zirarê li aboriya me dike. Me bi qasî tedbîrên ku hatibûn girtin parastina erdên xwe kir, lê dewleta tirk rojane bi gule û topan agir berdide erd û keda vî gelê."