ROJEVA 13'YÊ HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 13 Hezîran 2020
  • Rojev
*Jina Ereb a bi navê Ayşa Emîn a ku pez xwedî dike anî ziman ku dema ew pez xwedî dike xwe bextewar hês dike û wiha got:"Jiyana bê xwedîkirina pez ji min re bê wate tê. Kedîkirina pez yek ji çanda me ya resen e." DÎMEN HEYE
 
*Dayika bi navê Semîre Mihemed a ji Efrînê ye û ji qumaşên cur bi cur amûrên xemilandina ji bo malê çêdike, diyar kir ku ew bi vê yekê girîngiyê didin çanda xwe û wiha dewam kir:" Tevî ku  ez di çadiran de dijîm jî bi keda xwe bi çêkirina amûrên xemilandina malê, çadira xwe dixemilînim. Ez ê tu carî dev ji keda ji bo parastina çanda xwe bernedim." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Mudûriyeta Çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban têkildarî demsala çandiniya vê salê de axivî. Sewsenê wiha got: "Dewleta tirk bi riya şewitandina zeviyên ceh û genim dixwaze krîza aborî li Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê bide avakirin. Şerekî aborî li dijî me tê meşandin. Li dijî vî şerî em berxwedanê esas digirin." DÎMEN HEYE
 
*Kantona Girê Spî bû şahidê gelek nakokiyên leşkerî û siyasî. Welatiyan ji komên dewleta tirk piştgiriya wan dike gelek êş dîtin, niha jî kanton di bin dagirkeriya dewleta tirk û hevkarê wê de ye. Kiryarên ne mirovî li ser welatiyan didin meşandin û bi hezaran welatî dan koçberkirin. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Endama Komeleya Jinan a Rosa Neslîhan Çoban diyar kir ku piştgiriya ji rêxistinên jinan ên Tirkiye û cîhanê ya ji bo Komeleya Jinan Rosa nîşan dide ku çiqas karên mafdar dikin û got: “Ji bo em êrîşan vala derxînin em ê zêdetir xwe bigihînin jinan. Em ê hêrsa xwe ya li dijî vê operasyonê veguherin rêxistinê.” DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Hatîce Efe, ezmûnên zanîngehê yên di 27-28’ê Hezîranê de tê kirin nirxand û diyar kir ku xwendekaran dikin qurbana sektora turîzmê û her wiha da zanîn ku zarok ji perwerdeya dûr zêde tiştekî nagirin. DÎMEN HEYE
 
*Wênesaza ciwan Besna Acun ligel hemû astengî û zehmetiyan xwe hînê wêne xêzkirinê kir. Besna, diyar kir ku dema mirov bi biryar be mirov dikare her tiştî bike. BI DÎMEN 
 
*Ligel destpêkirina pêvajoya asayîbûnê xetereya belavbûna vîrûsê jî didome. Jinên ku li Sûra Amedê dijîn li hemberî nepaqijkirina kolanan bertekên xwe anîn ziman û bang li rayedaran kirin û gotin: "Em bang dikin û dibêjin bila kolan bên paqijkirin û her wiha divê welatî jî ji paqijiya xwe û ya derdorê baldar bin." BI DÎMEN 
 
*Rewşen Esmer a ku bi salan di girtîgehê de maye û dema xwe bi nivîsandina helbestan derbas kiriye, piştî ji girtîgehê derdikeve helbestên xwe di pirtûka bi navê 'Hêlîna Evînê' de diweşîne. Rewşenê dibêje ku zimanê dayikê nasname ye û ger ku zimanê dayikê nebe mirov nikare hestên xwe bi zimanekî din vebêje. DÎMEN HEYE 
 
*Qanûna Înfazê ya ku bi hinceta pandemiyê bi lez xistin meriyetê û jin û zarokên ji derveyê vê qanûnê man di bin rîskek mezin de ne. Di pêvajoyê de zarok ya bi dayikên xwe re yan jî ji dayikên xwe dûr dijîn. Ebru Şîmşek jî neçar ma ji zarokê xwe yê 2 salî cuda bijî.