'Em ê çanda xwe û yekîtiya xwe biparêzin'

  • 12:53 12 Hezîran 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî  
 
HESEKÊ - Ji Rêvberiya Kevana Zêrîn a Kantona Hesekê Nalîn Mihemed têkildarî parastina çand û hunera Gelê Kurd de wiha got:"Çanda te hebûna te ye, li hebûna xwe xwedî derkeve."
 
Ji Rêvberiya Kevana Zêrîn a Kantona Hesekê Nalîn Mihemed têkildarî vedana konê ji bo parastina çand û hunerê ya li Hesekê nêrînên xwe anî ziman. Nalînê di heman demê de bal kişand ser Bariş Çakan ê ku li Enqereyê ji ber li strana Kurdî guhdar kir, hat qetilkirin. 
 
'Di şexsê Bariş de çand û hebûna kurdî hedef dikin'
 
Nalînê bi lêv kir ku di şexsê Bariş Çakan de êrîş li ser ziman, çand û hebûna Gelê Kurd hatiye kirin û wiha pê de çû: "Gelê Kurd rastî qirkirinek çandî û hebûnê tê. Dewleta tirk dixwaze bi hemû rê û rêbazan dîrok û çanda Kurdan tune bike. Qetilkirina Bariş Çakan ji aliyê kesên girêdayî zihniyeta yekperest ve hate qetilkirin. Bi vê bûyerê pêwist e cîhan tevahî bizanibe ku çawa dewleta tirk bi hovane nêzî Gelê Kurd dibe û her dem mafê Gelê Kurd tê binpêkirin."
 
'Sîstemên netew-dewlet mafê mirovan yê jiyanî binpê dike'
 
Nalînê bal kişand ser hovîtî û feraseta zîhniyeta netew-dewlet û wiha domand: "Dema mirov dibêje dewlet, mirov nikare bêje demokrasî, di sîstemên netew dewlet de mafê netewan tê xwarin û yek netew tê esasgirtin, bi vê sîstema yek al, yek çand û yek ziman dixwazin çand û dîroka gelan winda bikin. Qetilkirina Bariş jî ji bingeha vê sîstema ku dixwaze gel bide fetisandin û helandin tê, ji ber wê em wekî gel li hember vê sîstemê disekinin û wekî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê me pirojeya Netewa Demokratîk hilbijartiye, ji ber ku di vê sîstemê de mafê her netewek heye ku hebûn û nasnameya xwe biparêze. Em bang li Gelê Kurd ên li Bakûr dikin ku piştgiriya me bikin û li hember van kiryaran rabin ser piya. Dewletek ku mafê mirovekî lê tune be ku li stranek bi zimanê xwe guhdar bike hêjaye ku mirov li wir şoreşekê bi xwe bike."
 
'Em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin'
 
Nalînê di dewama axftina xwe de balkişand ser vedana konê çand û hunerê û wiha got: "Bi pêşengtiya ciwanên Rojava konê çalakiyê hatiye vedan. Peyama me ji bo vedana vî konî ew e ku kî dibe bila bibe, kes nikare çanda me tune bike. Em ê çalakiyên xwe li dar bixin û çanda xwe biparêzin."
 
'Em ê çanda xwe û yekîtiya xwe biparêzin'
 
Nalînê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û got: "Hebûna te bi çanda te heye, hebûna te  bi zimanê te heye, hebûna te bi yekîtiya te heye. Em ê bi yekîtiya Gelê Kurd li hember kiryarên qirkirina hebûn û nasnameya Kurdî bisekinin. Em ê çanda xwe û yekîtiya xwe biparêzin."