Ji bo jinên li Libyayê hatine revandin kampanya hat destpêkirin

  • 12:29 12 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYA  - Rûpela jinan têkildarî revandina jinên li Lîbyayê çalakiyek bi navê "Em bi jinê Terhona re ne" li ser medyaya civakî dan destpêkirin. 
 
Rêxistina Navneteweyî ya bi navê Imnistî diyar kir ku çar jin li Lîbyayê hatin revandin, 3' ê ji wan ji malbetekê ne, temenê wan di navbera 30' î hetanî 40' î de ne. Li gorî rûpela jinên Lîbya yek ji wan ducanî bû. Tê diyarkirin ku gelek mijar li ser sedema revandina wan tê gotin, lê heya niha tiştekî rast nehatiye bidestxistin.
 
Tê zanîn ku komek leşkerên bi navê Kaniyat li Lîbyayê bi alîkariya leşkerên Hefterê revandin û kuştinê pêk tîne, dema şêneyên Lîbyayê tên revandin û kuştin her kes Kaniyat sûcdar dike. Bi taybet jinên çalakvan yên mafê mirovan diparêzên tên binçavkirin. Sedema wê jî ji ber ku hikûmeta ku dest daniye ser bajarê Terhonayê, van ketîbeya ceza nake.
 
Jinan kampanya dan destpêkirin
 
Bertek û nerazîbûnên li dijî bûyerên tundiya li ser jinê jî dewam dikin. Rûpela jinan têkildarî revandina jinên li Lîbyayê çalakiyek bi navê "Em bi jinê Terhona re ne" li ser medyaya civakî dan destpêkirin.