Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

  • 12:01 12 Hezîran 2020
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li gel wî bi boneya hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê li Girava Îmraliyê pêk bînin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Do jî parêzeran serîlêdan kiribûn
 
Duh jî ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Tûrgût, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu bi boneya bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li serdozgeriyê dabûn. Serdozgeriyê bersiv neda serlêdana parêzeran.