Jinên Anarşîst: Em têkoşîna rêxistinbûna xweser didin

  • 09:10 12 Hezîran 2020
  • Rojane
STENBOL - Jinên Anarşîst diyar kirin ku yek ji pirsgirêka herî girîng ya jinên ciwan di pergalê de dijî, biryara ku li ser beden û jiyana wan tê dayîne ye û gotin polîtîkayên desthilatdariyê zext zêde kirine. Misra Sapan diyar kir ku wan lêgerîna xwe kûr kirine û ji bo rêxistinbûna xwe ya xweser têdikoşin.
 
Ji jinên Anarşîst Şeyma Çopur der barê zext û êrîşên li ser jinên ciwan de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku bi taybet di salên dawî de jinên ciwan ji aliyê partnerên xwe ve rastî zextên sîstematîk tên û jin di têkiliyê mulkiyetê de xwe di pozîsyona bindestiyê de dibînin û got: “Kuştinên jinan bandorek mezin li ser jinên ciwan dike. Di qadên jiyana wan de, di têkiliyê bi mirovên derdorê re ava kirine de bandora wê gelek mezin e. Em jinên Anarşîst, nafikirin ku jinên ciwan ji jinên temenên komên cuda tiştên cuda dijîn. Ji ber em di vê pergalê de wek jin hatin dinê. Bi awayekî hemû jin heman pirsgirêkan dijîn. Em rastî tacîz, tecawizê tên. Em rastî gotinên tacîzê tên. Ji ber em jin in, em tên qetilkirin. Mafên me li kargeriyan tên binpêkirin. Kapîtalîzm dixwaze em hemû têk biçin. Dixwazin me hemûyan têk bibin.”
 
‘Em di qada jiyanê de pirsgirêkan dijîn’
 
Şeymayê balkişand ser pirsgirêkên jinên ciwan yên li zanîngehan dijîn û got: “Mînak em dibînin ku akademîsyenên mêr li ser mijara nîşeyan jinên ciwan tedhîd dikin û dixwazin têkiliyên taybet pê re ava bikin, dişopînin û tacîz dikin. Dema zanîngeh diqede û dikevin kar jî vê carê rastî têkiliyên ku digihêjin tacîzê yên mêran û patronan.”
 
‘Li dijî terza jiyanê mudaxale zêde ye’
 
Şeymayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zexteke em dikarin bêjin muhafazakariyê mijara gotinê ye. Em ciwan di lêgerîneke nasnameyê de ne. Em di lêgerîneke ku dixwazin çi bikin, bila terzeke me ya çawa hebe, em muzîkên çawa dixwazin de ne. Em di asteke wisa de ne, lê li aliyê din jî zexta desthilatdarî û civakê heye. Yek ji pirsgirêkên me yên jinên ciwan a herî mezin ev e ku li ser beden û jiyana me biryar tê dayîn. Em Jinên Anarşîst 10 sal in têdikoşin. Me ji bo çareseriya pirsgirêkên ciwanan tu car ji pergalê çareserî nepa. Me ne ji edalet, ne ji qerekol û ne jî ji qanûnan çareserî nepa. Divê ji her komên temen yên jinan ligel hev têkoşîneke hevpar hebe. Yekitiya jinek 50 salî û 20 salî desthilatdarbûnê naafirîne. Berovajî vê wê bibe nokteya çareseriyê. Em ne maşeya polîtîkayên desthilatdariyê ne. Em ne tiştekî tu kesî ne.”
 
‘Em ji bo rêxistinbûnê têdikoşin’
 
Misra Sapan jî bi lêv kir ku di pergalê de her kesek di lêgerîna nasnameyê de ye û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Lêgerîneke nasnameyê ya jinên ciwan heye. Piştî Ozgecan, Guledan, Şule Çet şûnde jin di vê pergalê de ketin lêgerînekê. Dema em kuştina jinên ciwan dibînin, em dixwazin dengê xwe bilind bikin û xwe rêxistin bikin. Bêguman têkoşîna jinê ya di vê mijarê de li ser me bi bandor e. Em jinên Anarşîst ji bo rêxistibûna xweser têdikoşin.”