Jinên Şengalê: Em pêkanînên li ser jinê şermezar dikin

  • 09:09 12 Hezîran 2020
  • Rojane
Almas Nayif / Viyan Said
 
ŞENGAL- Jinên  Şengalê bertek nîşanî revandin û qetilkirina jinên  Efrînê ku ji aliyê hêzên tirk û komên girêdayî wan ve tên qetilkirin dan û gotin ku ew pêkanînên li ser jinên li Efrînê şermezar dikin. 
 
Ji roja ku dewleta tirk Efrînê dagir kiriye êrîşên li ser jinan jî zêdetir bûn. Hêzên deweta tirk û komên girêdayî wê ku li Efrînê ji dizî û talanê bigire heta bi tacîz, tecaw û qitilkirinê pêkanînên xwe yên dijmirovî berdewam dikin, herî zêde ji van pêkanînan jin bi bandor dibin û bedelên giran didin. Xeleka van êrîşan ya herî dawî jî jina 16 salî ya bi navê Melek Nebîh bû ku ji aliyê van koman ve hat revandin û piştî tecwiz kirin hat qetilkirin e. Jinên kurd ên êzidî yên Şengalê êrîşên li ser Efrînê û bi taybet yên li ser jin û zarokan şermezar kirin. 
 
'Jinên Efrînê ne bi tenê ne'
 
Jina bê navê Hezar Mendu derbarê mijarê de axivî û got: “Em di serî de dewleta tirk û piştre jî hêzên navneterweyî ku çavên xwe ji wan kiryarên hovane yên vê dewletê re digirin bi tundî şermezar dikin.Em weka jinên êzîdî yên Şengalê neheqiya ku li ser jinê tê meşandin qebul nakin. Pêwîste jin hemu li hemberê vê  neheqiyê serî rakin û qebûl nekin. Çawa di fermana li Şengalê de keç û jinên êzîdî yên kurd hatin revandin û hatin qetilkirin, niha jî heman pêkanînan li Efrînê dikin û êrîşî jinan dikin. Lê em dibijin ku Efrîn ne bi tenê ye. Em weke jinên kurd ên êzidî li pişt jinên Efrînê ne. Banga min ji hemû jinan re ye ku li Efrînê xwedî derkevin.  Serketin ya Efrînê ye.”
 
'Dewleta tirk  ji jinê ditirse'
 
Jina bi navê Zehra Siliman jî wiha axivî “ Em dibînin kû dewleta tirk ji jinê ditirsê, ji ber ku dibîne hertim jin li ber xwe dide û dizanê ku hertim wê jin bi serkevê şerê xwe li hemebrê jinê dida meşanidin. Lê çiqasî şerê xwe li hemberî jinê bidr meşanidin jî her em ê bi ser kevin. Ji ber ku em bi fikir û felsefeya Rêber Apo tevdigerin. Tu carî jin têk naçin we hertim bi ser kevin. Dê fermana 3'yê tebaxa 2014 ande, jinên kurd ên êzidî ji destê DAIŞ'ê , gelrk zor û zehmetî ditin. Ev jin hatin qetilkirin û hatin revandin.Niha jî dewleta tirk heman pêkanînan li Efrînê pêk tîne. Em vê şermezar dikin. Em jin em ê her dem  li ber xwe bidin. Ez weka jinke kurd a êzîdî bang li hemu jinan dikim ku edî xwe nekujin û serî rakin. Em hertim li pişta  Efrinê ne. Efrîn ne bi tenê ye.”