'Dengdayina jinan a hevpar dê ji bo demokrasiyê gaveke girîng be'

  • 09:08 12 Hezîran 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay têkildarî "Meşa Demokrasiyê" ya ew ê roja yekşemê dest pê bike de wiha got:"Ev meş ew ê ji bo demokrasiyê gaveke girîng be. Her wiha em ê serdana saziyên jinan jî bikin."
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay derbarê  "Meşa Demokrasiyê" ya ew ê roja yekşemê dest pê bike de nirxandin kir. Serpîlê anî ziman ku ew ê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de saziyên jinan ên têkoşîna jinê didin bên ziyaretkirin. Dengdayina jinan a hevpar ew ê ji bo demokrasiyê gaveke girîng be."
 
'Darbeyên li tirkiyeyê mayinde bûn'
 
Serpîlê anî ziman ku darbeyên li tirkiyeyê dirûv guhertiye û dewam kiriye û wiha got:"Darbeya qeyûman, xistina parlamenteriyan xespkirina mafê hilbijartinê yê gel e. Blokek heye ku dixwaze bi darbeyên siyasî li ser piya bimîne. Li dijî vê yekê em hemleyê dest pê dikin. Em bi meşa demokrasiyê hedef dikin ku hemû hêzên demokratîk ên li tirkiyeyê bînin gel hevdu û li dijî darbeyan bisekinin."
 
'Hemleya ji bo yekîtiya gelan'
 
Serpîlê da zanîn ku bi destpêkirina pandemiyê pirsgirêkên aboriyê jî zêde bûne û wiha dewam kir:"Ev îktidar bi çek, girtîgeh, polîs û bekçîyan tahkkuma xwe ya li ser gel dewam dike. Ew ê heta ku derê dewam bike? Heta ku em bi hev re bibêjin na encax ev yek bi dawî bibe. Hemleya ji bo yekîtiya gelan."
 
'Li dijî kesên îradeya jinê tune dihesibîne em ê dengê xwe bilind bikin'
 
Serpîlê bi lêv kir ku HDP hewil dide jin beşdarî siyasetê bibin û wiha got:"Di kampanyaya me daye destpêkirin de ew ê jin li pêş bin. Em dizanin ku sîstem pergala hevserokatiyê krîmînalîze dike. Li dijî kesên îradeya jinê tune dihesibîne em ê dengê xwe bilind bikin. Li dijî tundiya zêde bûye têkoşîna hevpar a jinan pêwist e. Ji bo alîgir û mafyayê pakêtên darazê amade kirin. Bi dengekî hevpar di vê serdemê de divê jin li kuçeyan bin." 
 
'Faşîzm ne tenê pirsgirêka HDP'ê ya hemû gelên li tirkiyeyê ye'
 
Serpîlê herî dawî wiha got:"Em di serdemek wiha de ne ku faşîzm ber bi sazîbûnê ve diçe. Li dijî vê yekê divê em hemleyên cidî bidin destpêkirin. Divê em muxalefetê bikin yek. Em dibêjin di vê pêvajoyê de ev hemleya me dest pê kiriye gelekî girîng e. Bi tayinkirina qeyûman û xistina parlamenteriyê faşîzm derdikeve pêş. Faşîzm ne tenê pirsgirêka HDP'ê ya hemû gelên li tirkiyeyê ye."