'Vekirina Baxçeyê Zarokan karê jinan hêsan kir'

  • 09:05 12 Hezîran 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Kampa Serdemê ya li Kantona Şehbayê Baxçeyê Zarokan hat vekirin. Jinan anîn ziman ku zarok siberoj in û wiha gotin: "Di vê pêvajoyê de pêdivî gelekî ji vekirina Baxçeyê Zarokan hebû. Vekirina Baxçeyê Zarokan karê jinan hêsan kir."
 
Li Kantona Şehbayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Kampa Serdemê li gor daxwaza jinên xwedî kar ku zarokên wan biçûk in Baxçeyê Zarokan hat vekirin. Baxçeyê Zarokan li kampa Serdemê ev nêzî 2 meh in hatiye vekirin û dayikên xwedî kar zarokên xwe li wir dihêlin. Ji bo piştevaniya jinan ev proje hat pêşxistin û her kes bi rengekî erênî vê yekê pêşwazî dikin. Di Baxçeyê Zarokan de heta niha 15 zarok hene. Ji bo parastina zarokan jinek peywirdar e. Têkildarî mijarê  jinên kampa serdemê ser vekirina Baxçeyê Zarokan  nêrîna xwe bi me re parve kirin. 
 
'Em hewil didin ku alîkariya zarok û jinan bikin'
 
Ji Rêveberiya Jinê ya Kampa Serdemê Zozan Mihemed li ser vekirina Baxçeyê Zarokan wiha nêrîna xwe anî ziman:" Gelek jin hene dixwazin kar bikin û zarokên wan jî hîn temenbiçûk in, ji bo wê nikarin derkevin nava xebatê.  Ji bo daxwazên van jinan pêk werin me ev projeya da çêkirin. Jixwe bi rewşa koçberiyê re derfetên me jî kêm in. Alavên me kêm in. Temenê zarokên ku di Baxçeyê Zarokan de dimînin ji 4 mehan heta 7 salî ne. Di dema pêş de jî projeyên me hene ku em perwerdeyê ji dayikan re vekin û hejmara jinên ku li zarokan baldar bin zêde bikin. Em hewil didin ku alîkariya zarok û jinan bikin."
 
'Ez û zarok demeke pir xweş bi hev re derbas dikin' 
 
Dayika bi navê  Cemîle Mihemed ya ku li Baxçeyê Zarokan kar dike û li zarokan baldar e li ser xebatê di Baxçeyên Zarokan de wiha got:"Di Baxçeyê Zarokan de ez li zarokan baldar im. Rojane dayik zarokên xwe digihîn Baxçeyê Zarokan û ez wan bi hev re demên xweş derbas dikin. Ez pir li wan baldar im û wan weke zarokên xwe hisab dikim. Ez li xwarin û paqijîya wan baldar im û di dema wê de didime wan. Ez pir kêfxweş im. Bi hêviya ku her dayik ji xwe re bixebitin û radestî zehmetiyên jiyanê nebin."
 
'Vekirina Baxçeyê Zarokan karê jinan hêsan kir'
 
Jina bi navê Remziyê Şêxo ku ew jî jineke xebatkar e û zaroka xwe li Baxçeyê Zarokan dihêlê ser vê projeyê nêrîna xwe wiha parve kir: "Ez bi xwe jineke xebatkar im û du zarokên min yên biçûk hene, loma vekirina Baxçeyê Zarokan derfet pêşiya min vekir da ku ez rehet biçim karê xwe. Ez serê sibehê zarokan datînim Baxçeyê Zarokan paşê jî ez diçim karê xwe. Bi rastî li zarokên me pir baldar in, ji bo wê em spasiya Meclîsa Jinê dikin ku bi me re bû alîkar. Di vê pêvajoyê de pêdiviya me bi tiştekî wiha hebû. Vekirina Baxçeyê Zarokan karê jinan hêsan kir."