'Li dijî êrîşan em hemû jinên cîhanê divê bibin yek'

  • 09:03 12 Hezîran 2020
  • Rojane
Semer Esed - Hêlîn Gemo
 
HESEKÊ-Jinên Hesekê têkildarî jina kurd Melek Nebîh Xelîl a ku li Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat qetilkirin de diyar kirin ku ew êdî naxwazin jin bên qetilkirin û wiha gotin:"Çi sûcê Melekê hebû ku bi vê hovîtiyê hat kuştin? Hêviya me ew e ku jin bes bê qetilkirin, kuştin û bi tecawizê rû bi rû bên hiştin. Li dijî êrîşan em hemû jinên cîhanê divê bibin yek."
 
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin bin kontrola xwe şûnde gelek bûyerên dijmirovî li wir qewimîn. Bi hezaran mirov ji cih û warê xwe ji ber êrîşan hatin koçberkirin. Bi hezaran jin hatin îşkcekirin û binpêkirina mafan derket asta herî bilind. Herî dawî jina kurd a bi navê Melek Nebîh Xelîl li Efrînê hat revandin û piştre hat qetilkirin. Têkildarî mijarê jinên Hesekê nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Jinên Efrînê bê sûc tên kuştin'
 
Jina bi navê Leyla Gemo da zanîn ku dewleta tirk û komên girêdayî wê gelek zilm û zorê li gelê Efrînê dikin û wiha got:"Ev 3 sal in Efrîn di bin dagirkeriyê de ye û hemû cureyê îşkencekirinê li gel tê kirin. Meleka 16 salî hat revadin û bi rengekî hovane û bê sûc hate kuştin. Melek kuştin û avêtin çolekê. Leylayê diyar kir ku mafê jinên cîhanê bi giştî tê çewisandin û wiha pê de çû: "Jin li her derê bi nerîneke kêm tê dîtin û mafê wan tê binpêkirn û çewisandin. Mafê me ye ku em jin bi tevahî di aramiyekê de bijîn û ev kiryarên ser jina tê kirin, divê çareseriyek jê re bê dîtin. Êdî bes e. Bila çareseriyek bê dîtin. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan dikim ku erka xwe bînin cih."
 
'Hêviya me ew e ku hemû jin bên parastin'
 
Ji Rêveberiya Mala Jinê ya bajarê Hesekê Neîma Mehmûd ragihand ku êrîşên hovane yê li ser jinên Efrînê tê kirin wan hemûyan diêşîne û wiha dewam kir: "Divê rêxistinên mafên mirovan sûcên dijmirovî yên li Efrînê li dijî jinan tên kirin qebûl nekin. Dijmin dixwaze îradeya me bişkîne lewma van kiryaran dike. Banga min ji rêxistinên mafê mirovan re ew e ku jinan ji vê koletiyê xilas bikin. Tu sûcê me tune ye, em li ser axa xwe dijîn. Tu mafê tirkiyeyê tuneye ku zilmê li me bike. Hêviya me ew e ku hemû jin bên parastin."
 
'Li dijî êrîşan em hemû jinên cîhanê divê bibin yek'
 
Şukriya Hisên bi lêv kir ku li dijî kiryarên dijmirovî divê hemû cîhan dengê xwe bilind bike û wiha got:"Kesên bê sûc li Efrînê tên kuştin û avêtin. Ez bang li hemû cîhanê dikim ku dengê xwe bilind bike. Eger jin azad bibe wê welat jî azad bibe, azadiya welat bi azadiya jinê  ve girêdayî ye. Karê me yê herî sereke parastina jinê ye. Lewma ez daxwaz dikim ku hemû jinên cîhanê yek dest bin û her gav piştgiriya hev bikin da ku ji zilmê werin xelaskirin. Li dijî êrîşan em hemû jinên cîhanê divê bibin yek."