'Jinan li dijî çewisandinê wêneyê şahmaran dineqişandin'

  • 09:02 12 Hezîran 2020
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Hizniya Osman têkildarî hinek kevneşopiyên civakî yên ku jin mecbûrî dûrxistina ji xwezaya xwe dikir de anî ziman ku ji dîrokê heta niha her dem jinên kurd li dijî kevneşopiyên ku jin dikir kole li berxwe dane û wiha got:"Jin mecbûr dihatin hiştin ku di temenekî biçûk de werin zewicandin û jin dibûn qurbanê hinek kevneşopiyên civakî. Tevî hemû zehmetiyan jinan li berxwe didan û hewil didan ku çanda xwe û nasnameya xwe biparêzin. Jinan li dijî çewisandinê wêneyê şahmaran dineqişandin."
 
Hizniya Osman a 45 salî ku di heman demê de wekî Keça Kurd jî tê nasîn li Gundê Maşoqê  yê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo dijî. Hizniyayê di derbarê zirarên zewaca di temenê biçûk de û hinek kevneşopiyên ku jinan di nava çar dîwaran de asê dihêle de nêrînên xwe anî ziman. 
 
'Dema jin dihatin zewicandin bi wan re nedihat şêwirandin'
 
Hizniyayê di destpêkê de behsa zewaca di temenê biçûk de kir û wiha got:"Di demên berê de zewicandina jinan di temenekî biçûk de tiştekî pir normal dihat dîtin. Ger ku mêr temenî wî mezinbûya jî ne pirsgirêk bû. Dema temenê kesên nezewicî bi ser 17 salî diket wekî şerm dihat dîtin. Dema jin dihatin zewicandin bi wan re nedihat şêwirandin. Ji ber vê yekê jin ji cewherê xwe dihatin dûrxistin û tenê dihat xwestin jin ji bo çêkirina zarokan bê bikaranînin. Gelek bûyerên wisa pir ber çavê min diqewimîn ji bo wê min ev orf û adetên civakî qebûl nedikir. Di malbata min de ez rastî vê yekê nehatim ji ber tenê armanca min ez li ber destê dayika xwe çanda xwe biparêzim û zindî bikim. Ji bûyerên zewicandina jinê min jî  bûka kurdî çêkir, lê devê wê min çênekiriye ji ber jin bêyî ku bi wê re bê şêwirandin dihat zewicandin."
 
'Jin dibûn qurbanê kevneşopiyên civakî'
 
Hizniyayê bal kişand ser hinek kevneşopiyên civakî û wiha dewam kir:"Di orf û adetên berê de dema ku malbata mêr yan jî mêr bi xwe di aliyê aboriyê de dewlemend ba, tu kesî nikarîbû ji wan re bêje na. Bixwesta bi kîja jinê re bizewice dizewicî û malbata wê jinê jî nikaribû devê xwe vekira. Tevî ku temenê wî mêrî mezin be, berê zewicî be, yanî çi pirsgirêkê wî hebe jî tu kesî jê re nikaribû bigota na. Ev adet piranî di civakên ku beg û axa tê de serwer bûn pir li pêş bû. Ji bo wê me digot jin di nava jiyaneke kole de dijî. Jin li gor xwesteka mêr dihat amadekirin. Paşê jî berî ku biçe mala mêr şalek bi ser milê wê de dihat berdan da ku tu der ji rûyê jinê û laşê wê  neyê dîtin, serê wê jî dihat girtin û digotin jin ji mala xwe heya mala mêr divê biçe. Jin dibûn qurbanê kevneşopiyên civakî."
 
'Jin mecbûr dihatin hiştin ku li gor kevneşopiyan tev bigerin'
 
Hizniyayê bi lêv kir ku jin her dem mecbûr dihatin hiştin ku li gor kevneşopiyên civakî tev bigerin û wiha pê de çû:"Dema ku jin dizewicandin boxçik pê re dişandin. Boxçik bi xwe hemû tiştên bûkaniya wê divê tê de hebe û ew boxçik mîna mafê wê yê zewicandinê bi nav dikirin. Di vê boxçikê de du qetên cil û berg hebûn, rûyê balgiyê ku ser razê, perdeyeke starê jê re digotin ji bo tu kes jinê di malê de nebîne û selika ku jin jê xwe ji mêr re xweşik bike, hebû. Selik jî bi destên mêr dihat çêkirin û weke qefesê bû. Ew di heman demê de dihat wateya qefesa koletiyê jî. Dihat gotin ku jina ku bê selik were şandin şerm e.  Ev hemû berî bi rojekê ji jinê re dihat gotin bê her tiştek ji bo çi ye û wiha wê dişandin. Hemû tişt ji bo fetisandina jiyana jinê dihat çêkirin û jin bê sûc mecbûr diman ku bi kar bîne. Jin mecbûr dihatin hiştin ku li gor kevneşopiyan tev bigerin."
 
'Jinan li dijî çewisandinê wêneyê şahmaran dineqişandin'
 
Hizniyayê da zanîn ku jinan motîvên kurdewarî çêdikirin û çanda Kurdî zindî dihiştin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rastiya ku em dizanin, me dîtiye û ji me re hatiye gotin ku jin afrîner e. Mala ku jin tê de nebe mirov ji deriyê malê ve dizane ku ev mal jin tê de tune ye. Ya ku rih û xweşikbûnê dide wê malê ew jî jin e. Lê zîhniyeta desthilatdar ew dişiband gelek tiştên ne ji rêzê. Jinan bi berhemên ku diafirandin di heman demê de motîvên kurdewarî yên wekî şahmeran jî diparastin. Wekî mînak di pêşengeha min de gelek tentene hene. Ev tentene jinan bi destên xwe çêkirine. Li ser hinek tenteneyan wêneyê şahmeran jî hatiye neqişkirin. Jinan li dijî çewisandinê şahmaran dineqişandin."