ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 12 Hezîran 2020
  • Rojev
*Jina bi navê Hizniya Osman têkildarî hinek kevneşopiyên civakî yên ku jin mecbûrî dûrxistina ji xwezaya xwe dikir de anî ziman ku ji dîrokê heta niha her dem jinên kurd li dijî kevneşopiyên ku jin dikir kole li berxwe dane û wiha got:"Jin mecbûr dihatin hiştin ku di temenekî biçûk de werin zewicandin û jin dibûn qurbanê hinek kevneşopiyên civakî. Tevî hemû zehmetiyan jinan li berxwe didan û hewil didan ku çanda xwe û nasnameya xwe biparêzin. Jinan li dijî çewisandinê wêneyê şahmaran dineqişandin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Hesekê têkildarî jina kurd Melek Nebîh Xelîl a ku li Efrînê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat qetilkirin de diyar kirin ku ew êdî naxwazin jin bên qetilkirin û wiha gotin:"Çi sûcê Melekê hebû ku bi vê hovîtiyê hat kuştin? Hêviya me ew e ku jin bes bê qetilkirin, kuştin û bi tecawizê rû bi rû bên hiştin. Li dijî êrîşan em hemû jinên cîhanê divê bibin yek."
 
*Derhêner û lîstikvan Berfîn Zenderliôglu anî ziman ku ji bo çand û şanoya kurdî piştgirî û sponsor têrî nakin û got: “Em çiqas ji bo Şanoya kurdî bixebitin jî ji ber bê derfetî û kêmasiya piştgiriyan xebatên me kêm dimînin. Em dixwazin ji bo Şanoya Kurdî bazarekê ava bikin" DÎMEN HEYE
 
*Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Kampa Serdemê ya li Kantona Şehbayê Baxçeyê Zarokan hat vekirin. Jinan anîn ziman ku zarok siberoj in û wiha gotin: "Di vê pêvajoyê de pêdivî gelekî ji vekirina Baxçeyê Zarokan hebû. Vekirina Baxçeyê Zarokan karê jinan hêsan kir."
DÎMEN HEYE
 
*Zarokên ji Rihayê ji bo karkeriya çandiniyê bi malbatên xwe re hatin Edeneyê û neçar dimînin bixebitin, ji bo vegerin malên xwe mehên zivistanê dipên. Ji Komîsyona Zarokan a ÎHD’ê ya Edeneyê Ender Aydemîr jî diyar kir ku li Tirkiyeyê karkeriya zarokan bûye pirsgirêkek kronîk û wiha got: “Çareserî ev e ku, yên welat bi rê ve dibin divê li gorî qanûn û peymanên navneteweyî tev bigere.” BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay têkildarî "Meşa Demokrasiyê" ya ew ê roja yekşemê dest pê bike de wiha got:"Ev meş ew ê ji bo demokrasiyê gaveke girîng be. Her wiha em ê serdana saziyên jinan jî bikin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên  Şengalê bertek nîşanî revandin û qetilkirina jinên  Efrînê ku ji aliyê hêzên tirk û komên girêdayî wan ve tên qetilkirin dan û gotin ku ew pêkanînên li ser jinên li Efrînê şermezar dikin.  BI DÎMEN
 
*Jinên Anarşîst diyar kirin ku yek ji pirsgirêka herî girîng ya jinên ciwan di pergalê de dijî, biryara ku li ser beden û jiyana wan tê dayîne ye û gotin polîtîkayên desthilatdariyê zext zêde kirine. Misra Sapan diyar kir ku wan lêgerîna xwe kûr kirine û ji bo rêxistinbûna xwe ya xweser têdikoşin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ku Meclîsa Jinan a HDP’ê daye destpêkirin de wê gelek bernameyan pêk bînin û bang li hemû jinan kirin ku bên gel hev û bi hev re têbikoşin.
 
*Jinên li gundê Hesen Ebdal dijîn diyar kirin ku 30 sal in li vir di nava piştevaniyê de dijîn. Gundiyan diyar kirin ku jiyana zehmet bandor li wan nake û bang li welatiyên ku koçber bûne jî kirin ku vegerin ser axa xwe. DÎMEN HEYE