Welatiyên Kobanê li dijî êrîşan meşiyan

  • 20:17 11 Hezîran 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan welatiyên Kobanê li dijî êrîş û sûcên dewleta tirk ên ku derheqê jinan de li Efrînê pêk tîne, meşiyan.
 
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî li dijî binpêkirin, sûc û kiryarên dewleta tirk li dijî jinan li Efrînê pêk tîne û şehadeta Endamê Konseya Rêveberiya yê PKK'ê Qasim Engîn, meşiyan. Meşvanan di meşê de pankartên bi nivîsa "Binpêkirinên ku li dijî jinan li Efrînê tên kirin di eniya mirovahiyê de lekeyeke şermê ye" û "Em derwêş, fîlozof û fermandarê xwe yê mezin oxirî axa pîroz dikin" hilgirtibûn. Welatî ji qada jina azad heta qada şehîd Egîd bê navber meşiyan û dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelê Efrînê" û "Şehîd namrin" beriz kirin.
 
Li qada Ş. Egîd ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin, paşê axaftin hatin kirin
.
'Dewleta tirk bi rêya êrîşan armanc dike ku jinan li ser rûyê erdê tune bike'
 
Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen êrîş û binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî jinan li Efrînê pêk tîne şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker li her deverê êrîşî Gelê Kurd dike, li Efrînê bi her rêbazî êrîşî jinan dike. Şehadeta fermandar Qasim Engîn ê ku ji bo azadiya gelan têkoşîn dikir, şermezar dikin. Piştî ku jinan li Efrînê xwe bi rêxistin kirin, bûn xwedî vîn û hêz dewleta tirk bi rêya êrîşên xwe dixwaze vîna jinê bişkîne û wê li ser rûye erdê tune bike. Wek jinên Kobanê ji bo azad kirin jinên Efrînê em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilin bikin. Di heman demê de em soz dikin jinên herêmên dagirkirî ku di demek nêz de em ê wan ji zilama dagirkeran rizgarbikin." 
 
Meş bi dirûşmeya "Na ji êrîşên li dijî jinan re" bi dawî bû.