Jinan li Mêrdîn û Wanê starta kampanyaya xwe dan

  • 14:58 11 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN/MÊRDÎN - Meclisa Jinan a DHP'ê, li Wan û Mêrdînê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" da.Jinan diyar kir ku ew ê bi barxwedana xwe li herderê bin.
 
Meclisa Jinan a Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) starata kampanyaya xwe ya bi dirûşma  "Têkoşîna jinê li her derê ye" li Wan û Mêrdînê bi daxuyaniyekê da. Daxuyaniya li Wanê li ber avahiya HDP'ê ya Îpekyoluyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşmên, "li dijî êrîşên zayendî, înfazê, xespkirina îradeyê  em hene. Têkoşîna jinê li her derê ye" hat  vekirin. Daxuyanî bi tevlibûna parlamentera Wanê Muazzez Orhan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê  û gelek jinên din hat dayîn.  
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Artemêtê ya HDP'ê Şukran Şen ve hat xwendin. Şukranê diyar kir ku li cîhanê û li Tirkiyeyê kapîtalîzim di nava krîzeke kûr de ye û wiha got: "Îqtîdara rastgir, di serdema pandemiyê  (Covîd -19) de bi polîtîkayên ku dan meşandin, aşkera kir ku çiqas dûrî berjewendiyên gel, jin û civakê ye."
 
Em ê li qadan xwe bi rêxistin bikin'
 
Şukranê diyar kir ku tundiya li hember jinê di rojên dawîn de zêdtir bûye. Lê li dijî van êrîşan jinan jî biryarbûna xwe ya di warê têkoşînê de nîşan dane, wan kampanyaya " Têkoşîna jinan li herderê ye" dane destpêkirin û wiha got: "Em  weekî Meclisa Jinan a HDP'ê star kampanyaya xwe ya daye detpêkirin bi bi hevserok, hevberdevkên xwe yên HDK, KCD'ê re bi dirûşma 'Têkoşîna jinên li her derê ye' da.  Em ê li qadan xwe birêxistin bikin, li her derê di nav têkoşînê de bin."
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
 
Mêrdîn
 
Meclisa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê jî starta kampanyaya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" li ber avahiya xwe ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Daxuyanî bi tevlibûna jinên HDP'yî , parlamentera Mêrdînê ya HDP'ê Pero Dundar, Endamaê Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şhamaran û bi tevlibûna aktîvîstên TJA'yê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêvbera HDP'ê ya Mêrdînê Munevver Ulker ve hat xwendin.