Swîsre dixwaze jina kurd radestî Îranê bike

  • 14:33 11 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina kurd a bi navê Arezu Eliassi ya ji Kirmanşahê ye niha ji aliyê dewleta Siwîsreyê tê xwestin ku radestî Îranê bê kirin. Eliassi anî ziman ku ger wê îadeyî Îranê bikin ew ê jiyana wê bikeve talûkeyê û banga alîkariyê kir. 
 
Jina kurd a bi navê Arezu Eliassi ya ji Kirmanşahê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û 22 salî ye ji bo ewlehiyê bi malbata xwe re di 2015'an de koçî Swîsreyê dike. Serîlêdana Eliassi ya ku ji 2015'an de ye li Kantona Bernê ye ji aliyê Sekreteriya Koçberiyê ya Dewletê (SEM) ve hat redkirin. Eliassi anî ziman ku ger wê îadeyî Îranê bikin ew ê jiyana wê bikeve talûkeyê û banga alîkariyê kir. 
 
Eliassi ya ku li kampa penaberan dimîne dîmenek girt û li ser hesabê medyaya civakî parve kir. Eliassi bang li rêxistinên mafên mirovan kir û diyar kir ku heger zext li ser dewleta Swîsriyê neyê kirin ew ê di 31'ê Tîrmehê de radestî Îranê bê kirin.