Rêxistina Mafê Mirovan li dijî êrîşan daxuyanî da

  • 12:50 11 Hezîran 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Firatê bi daxuayaniyekê kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinan de yên li Efrînê pêk tên şermezar kir.
 
Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Firatê bi daxuyaniyekê binpêkirin û kiryarên dewleta tirk yên derheqê jinan de tê meşandin şermezar kir û bang li neteweyên yekbûyî kir ku dewleta tirk û hevkarên wê bên cezakirin. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên sazî û rêxistinên jinan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî ve li ber navenda rêxistinê hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bang ji Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî birêz Antonio Guterres, Endamên meclisa mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî Serokê komîteya lêkolînê yê girêdayî Sûriyê Paulo Pinero, Rêvebera Meclisa Rêveber ya Desteya Jin di Neteweyên Yekbûyî de Qumzili Malampo Nagoca re.
 
Di encama şerê ku di 29'ê Gulana 2020'an de di navbera komên çeteyên Xûta û firqêt El-Hemze de qewimî, eşkere bû ku di girtîgehên çeteyên fiqet El-Hemze de jinên dîl hatine girtin, tên îşkencekirin. Dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîvî sûcên xwe li ser jinan didin meşandin. Bi vê yekê tolhildana xwe ji jinan distîne ji ber ku di şerê terorê de li Kobanê, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jin li dijî wan derketin û serkeftin bi dest xistin. Binpêkirin û kiryarên wek revandin, tecawizkirin, qetilkirin, îşkencekirina derûnî û bedenî derheqê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tînin. Yên ku li dijî çeteyan derdikevin rastî tundiyê tên. Sûc û kiryarên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûreyeyê tên qewimandin dewleta tirk û çeteyên wê berpirsiyar in.
 
*Ji ber sûcên ku dewleta tirk kiriye û ji hêla rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî ve hatine belgekirin, divê dewleta tirk bê cezakirin û ji herêmên ku dagir kirine bên derxistin.
 
* Ji bo lêpirsîna sûcên li dijî welatiyên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî tên kirin divê komîteyeke navneteweyî bê avakirin. 
 
*Divê komên çete û malbatên wan ji Efrînê bê derxistin.
 
*Divê kantona Efrînê di bin çavdêriya navneteweyî de be.