Pêvajoya vîrusê: Kuştin, zext û şîdet

  • 09:07 11 Hezîran 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Li Tirkiyeyê di ser pêvajoya vîrusa koronayê re 3 meh debas bûn û di vê pêvajoyê de bêguman şîdet û zext jî zêde bûn. Di vê pêvajoyê de ji bo 5 şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînirin û şîdeta li ser jinan jî zêde bû. Her wiha li hember goran êrîş pêk hatin û parlamenteriya sê parlamenteran hat xistin.
 
Li Tirkiyeyê di 10’ê Adarê de bûyera yekem a vîrusa korona hat aşkerakirin û piştî vê hejmar her çû zêde bû. Tirkiye di 1’ê Hezîranê de ket pêvajoya normalbûnê. Di pêvajoya sê mehan de bêguman zext, binçavkirin û girtin jî zêde bûn.
Li Tirkiyeyê berovajî cîhanê li şûna qedexeya derketian derve banga ‘karantînaya dildar’ hat kirin. Li dijî vê bertek hat nîşandan û gotin divê hikûmet tedbîrên lezgîn bigre. Wezareta tenduristiyê di pêvajoyê de gelek civîn kirin û desturên salane yên xebatkarên tenduristiyê betal kirin. Her wiha ji 16’ê Adarê şûnde jî navber da perwerdehiyê.
Di rojên ewil yên pandemiyê de li Antalyayê du rojanmegerên nûçe çêdikirin hatin binçavkirin.
 
Hevdîtinên li girtîgehan hatin rakirin
 
Xebatkarên tenduristiyê ji bo kêmasiya ekîpmanan bê çareserkirin bang kir. TTB’ê di 16’ê Adarê de daxuyanî da û got wê hejmara bûyera bi awayekî logarîtmatîk zêde bibe.
 
Li hemû cîhanê di pêvajoya vîrusê de girtî ji hev cuda nehatin kirin û hatin berdan. Lê li Tirkiyeyê di çaçoveya tedbîran de hevdîtin hatin rakirin.
 
Ji bo şaredariyan qeyûm hat tayînkirin
 
Di pêvajoya pandemiyê de ji bo şaredariyên Êlih, Farqîn, Licê, Erganî, Gêlê, Guroymak, Halfelî ya Îdirê û Gokçebag a Sêrtê qeyûm hat tayînkin.Newroza ku her sal bi mîlyonan kes tevlî dibûn jî îsal nehat pîroz kirin.
 
Sînorkirina derketina derve anîn
 
Ji bo kesên di ser temenê 65’î de di 21’ê Adarê de qedexeya derketina derve anîn. Di 5’ê Nîsanê de jî ji bo kesên di bin temenê 20’î de qedexe anîn. 30 Bajarê mezin û Zonguldak, ketin û derketinên wan hatin girtin. di 10’ê Nîsanê de li 31 bajarî qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Îban hat xwendin
Ligel tedbîran, di daxuyaniya ku serokomar da de, li şûna ku ji bo kesên dixebitin pakêtek alîkariyê bê aşkerakirin, numareya îbanê hat dayîn û kampanya piştgiriyê da destpêkirin.
 
Her wiha di çarçoveya tedbîrên vîrusêde, qanûna înfazê ya ji meclîsê hat derbaskirin jî tenê girtiyên edlî jê fêde girtin û girtiyên siyasî di vê pêvajoyê de li ber çavan nehatin girtin.
 
Ji HDP’ê kampanya Xwişk û Bira
 
HDP’ê di vê pêvajoyê de bi armanca piştevaniya malbatên xwedî hewcedar kampanyaya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ da destpêkirin.
 
Şîdeta malê zêde bû
 
Di pêvajoyê de şîdet li malê jî zêde bû. Gelek rêxistinên jinan ji ber zêdebûna şîdetê klavuza ‘Di rojên koronayê de ji şîdet parastin’ weşand. Gelek parlamenterên jin jî daxwaz kirin ku plana çalakiya lezgîn bê derxistin. Di sê mehan de 94 jin hatin qetilkirin.
 
Li Îmraliyê yekem hevdîtina telefonê
 
Di meha duyemîn a vîrusê de li girtîgeha Îmraliyê jî yekem car hevdîtina telefonê hat kirin. Di 27’ê Nîsanê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Di pêvajoyê de êtrîşên li hember goristanan jî pêk hatin. Her wiha li hember Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên TJA’yê operasyona serdegirtina malan di 22’ê Gulanê de pêk hat û 12 kes hatin girtin. Ligel vê parlamenteriya sê parlamenteran, parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, parlamenterê Amedê Musa Farisogullari, parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu hat xistin.