'Me Qasimiyê kiribû buhişt, niha di bin agirê çeteyan de dinale'

  • 09:03 11 Hezîran 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Zehra Îbrahîm Elî ya ji Gundê Qasimiyê ku niha di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye anî ziman ku wê bi kedeke mezin xaniyê xwe yê li Qasimiyê ava kiriye û wiha got:"Me bi keda xwe û wekheviya di navbera xwe de Gundê Qasimiyê kir buhuşt lê belê niha di bin agirê çeteyan de dinale."
 
Yên ku herî zêde di şer de zehmetiyê dikşînin û tecawiz, qetilkirinê rû bi rû tên hiştin jin in. Jinên kurd li dijî hemû şer û êrîşan her kêliyek jiyana xwe vediguherîne têkoşînek li hember dijmin û neyarên Gelê Kurd. Zehra Îbrahîm Elî ya 60 salî, ji Gundê Qasimiyê yê Til Temirê û dayika du zarokan e li dijî êrîşan li berxwe dide û hewil dide li ser piyên xwe bisekine. Keça Zehra li tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dide û ev 8 meh in ku ji ber êrîşên dewleta tirk di bin şerdên dijwar ên koçberiyê de têkoşîna xwe dide. 
 
'Me Qasimiyê kiribû buhişt, niha di bin agirê çeteyan de dinale'
 
Zehrayê diyar kir ku wan gundê xwe kiribûn buhişt û wiha dom kir: "Kêliyek di nava erd û di bin siya mala xwe de hêjayî malê dinyayê bû. Erdê min zêdetirî 350 donim hebû. Min genim lê diçand û bîreke min a avê jî hebû. Ne tenê ev min baxçeyê sebzeyan û pembo jî diçand. Berhemên me ji mal û keda me bûn. Lê ev 8 meh in ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Qasimiya ku me kiribû buhişt îro ji ber agirê çeteyan dinale."
 
'Dewleta tirk mala me talan kir'
 
Zehrayê da zanîn ku ew ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê koçber bûne û wiha axaftina xwe domand: "Îro jî yekî wekî Erdogan hatiye û  me ji ser axa me koç kir. Em li ser axa xwe bi rehetî dijiyan, lê Erdogan hat û her tişt serobino kir. Mala min a wekî qesrekê hemî talan kirin. Şibak û deriyê wê jî dizîn. Ev çend sal in me rewşeke diziyê jî nedît, tenê piştî ku çeteyan axa me dagir kirin, dizî jî kirin. Wekî çawa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin û koçberkirin, bi ya xwedê wê topek li kezeba Erdogan bikeve û hemî gelê mezlûm jê xilas bibe. Înşalah wê deriyê Erdogan li deriyan were gerandin û rêyên derketina ji kirîzan nebîne."
 
'Ceh û genimê berê dizîn û yê niha jî dişewitînin'
 
Zehrayê anî ziman ku ceh û genimê sivîlan hat dizîn û niha jî dişewitînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ceh û genimê şêniyên gund ku berê li malên wan bû, çeteyan ew dizîn û yê ku hat çandin jî îro dişewitînin. Ez gelek caran derdikevim ser ban û li Qasimiyê li gund û mala xwe dinêrim, agir bi kezeba min dikeve, lê hêviya min ya vegerê hîn xurt e."